17 sal berê hat kuştin, îro hina dijî

17 sal berê hat kuştin, îro hina dijî

17 sal berê bû. Merasıma cenazeya Orhan Ozen û Riza Boybaş yên li girtîgeha Tîpa E ya Umraniyeyê miribûn pêk dihat. Polîs Alîbeykoy dorpêç kiribûn. 500 kes hatibûn binçavkirin. Kesên binçav kiribûn birin Salona Sporê ya Girtî ya Eyupê. Rastî tundiyê hatin. Rojnamegerê Evrenselê Metîn Goktepe jî li wir bû. Di dema merasîmê de bi hinceta karta zer a çapemeniyê tune bû hatibû binçavkirin. Tundiya dijwar ya polîs ew kuşt. Bedena wî ya bê ruh li ber salona sporê hiştin.

Midûrê polîsan a Stenbolê Orhan Taşanlar îdai kir ku Goktepe wê rojê de ne di nava kesê hatibû binçavkirin de bû û kuştin veşartibû. Taşanlar li gorî qeydên kamera û lîsteya binçavkirinê digot, lê piştî fêm kir pêşa vê nayê berdan xwe derewand.

Yeke din jî hebû yê xwe derewand; Wezîrê Navxweyî yê Tirk ê wê demê hundir Teoman Unusan bû. Unusan îdia kir navê wî di lîstê de tune, belê hat binçavkirin lê nehat kuştin; ji dîwar ket. Piştî vegotinên şahidan û rapor derktin holê Unusan lêborîn xwest. Dayika Goktepe Fadîme Goktepe lêborîn qebûl nekir.

Malbat û rojnameya Evrenselê şopa vê bernedan. Di doza kuştina Goktepe de biryara ewil di 19’ê adara 1998’an de hat vegotin. Doz piştre li Stenbol, Aydin û Afyonê berdewam kir.

Dadgeha Afyonê der barê 5 polîsan de ji ber sûcê ‘bi qestî kes kuştin’ 7 sal û 6 meh ceza da û ji bo 6 polîsên din jî biryara beratê da. Lê piştre ji ber ku Dadgeha Bilind biryar xera kir doz heta 2000’î dirêj bû. cezayê 5 polîsan hat erêkirin. Parêzan ceza têr nedît.

Her wiha malbata Goktepe ku doza tazmînatê li Wezareta Navxweyî ya Tirk vekir, bi ser ket. Di encamê de; 6 polîsan ceza girt . Parêzeran got ku kesên ferman dan li ser peywirê ne.

‘DEMA EZ HEYRANÊ WÎ BÛM, HÊJ DU SALÎ BÛ’

Xwişka Metîn Goktepe, Meryem Koktepe ji me re axivî..

Goktaş diyar ku Metîn du salan jê biçûktir bû û wiha got: “Fedekar û rêber bû. Ne ku me ew wenda kiriye ez dibêjim, bi rastî mirovekî cuda bû. Rê dida ber malbata xwe. Xwedî sekneke mînak bû. Du salî bû, dema birayê wî yê 6 mehî digiriya, hewl dida wî bihewîne. Ji wê demê de ez heyranê wî bû. Min û wî bi hevre pirtûkek li ser Îbrahîm Kaypakkaya dekretibû ya bi navê ‘Ser Verip Sır Vermeyen Bir Yigit’ (Serê xwe bide lê soza xwe neşkîne) dixwend. Min jê re dixwend ew jî digiriya.

DAYIKA MIN BERXWENDAN JI METÎN HÎN BÛ

Meryem Goktepe têkiliya Metîn bi dayika wî re gelek baş bû û got: “Pir nêzî hev bû. her tim ligel hev radizan. Heta razanê sohbet dikirin. Dayika min çi jê bipirsya bersiv dida. Dayika min nezanî bigota Emperyalîzm û jê dipirsî. Em pê dikeniyan. Metîn jî beyî ku xwe hêrs bike bersiv didayê. Ji ber vê Dayika min li hemberî mirina Metîn li ber da. Dayika min berxwedan ji Metîn hîn bû.

Meryek Goktepe bal kişand ser rola dewletê ya di kuştina Metîn de û got dadgera polîs mehkum kir Fatma Nîlgun Uçar hatiye surgunkirin û wiha got: “Metîn di merasima cenazeya Riza Boybaşi de hatibû girtin. Mirina Metin ji ya Boybaşi ne cudatir bû. Ez ne hiqûqnas im lê divê ev doz bibûna yek. Birayê min rojek piştî ku hat hînbûn Boybaşî ji aliyê Midûrê Polîsan Orhan Taşanlar ve hatiye kuştin, hat kuştin.”

AKP SERDEMA MIRINA BIRAYÊ MIN TÎNE HIŞÊ MIROVAN

Goktaş hinceta girtina birayê wê tunebûna karta zer a çapemeniyê bû û got ku niha heman pêkanînê hikûmeta AKP’ê pêk tîne û wiha got: “Niha Erdogan jî bi dehan rojnamegerî digire. Nêzî 100 rojnameger girtî ne. Berê dihatin kuştin, niha bi komî tên girtin. Tenê cudahî ev e. Ger Metin niha hebûya dê rojnamegerî bikira. Tu carî tawîz nedida. “