17 kesên hatine binçavkirin dê bînin Îzmîrê

17 kesên hatine binçavkirin dê bînin Îzmîrê

17 kesên di çarçoveya operasyona navend Îzmîr de a li 4 bajaran hatin binçavkir, dê bînin Îzmîrê.

Ji ber berxwedana Parka Gezî li Îzmîr, Enqere, Manîsa û Êlihê di ser malan de girtin û 17 kes hatin binçavkirin.

Hate ragihandin ku, di serdegirtinên 4 bajaran de endamên Baskê Gel, BDSP, Baskê Ked û Azadiyê hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku, 17 kesên hatine binçavkirin bi fermana dozgeriyê dê bînin Îzmîrê.

Parêzeran destnîşan kirk u, 17 kesên hatine binçavkirin bi îdiaya “li ser navê rêxistina dijzagonî çalakî kirin” û “gel beralî kirin û sor kirinê” hatin binçavkirin.

Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Mîraç Vayîç, Ulaş Arslan, Mehmet Barişcan Yalçin, Orhan Yildiz, Goruş Atici, Savaş Karakuş, Yasin Sunger, Soner Înanç, Cîhan Kiziltan, Dogan Açil, Serdar Gur, Atakan Aytekin, Erol Ozdemîr, Huseyîn Gulbîttî, Abdullah Yuksel, Mehmet Yûnûs Kiziltaş, Bûrcû Koçlû.

Rêxistinên demokrat ên şoreşger ên li Îzmîrê dê di demjimêr 18:00’an de li ber YKM’ê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.