17 HDP’yî hatin binçavkirin

Li navçeya Meneme a Îzmîrê 17 HDP’yî hatin binçavkirin.

Li navçeya Menemen a Îzmîrê di nav wan de Rêveberê Navçeyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ramazan Yavûz jî heyî 17 kes bi operasyoneke ku bi ser malên wan de girtin hatin binçavkirin. Di dema serdegirtina malan de firaxên malên li bin guhê hev xistin, diyar bû ku operasyon ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve bi hinceta 'parvekirinên medyaya civakî' dest pêk iriye. Kelepçe vajî li 17 kesan xistin û ew birin Midûrîyeta Emniyetê ya Bajêr a Îzmîrê. Di operasyonê de dest li kompîtir û wêneyan danîn.

Malbatên binçavkiriyan serî li Rêxistina Bajêr a Îzmîrê ya HDP’ê da. Malbatan diyar kirin ku polîtîkaya çewisandinê li ser wan dikin û ew ê bi van polîtîkayan bi paş ve gav neavêjin.

Navê kesên ku hatin binçavkirin: Mehmet Sidik Varkan, Evren Varkan, Ramazan Yavuz, Suat Durkan, Sertîp Guçlu, Erken Karakoç, Abdulkerîm Kiliç, Zekî Aldirma, Abdurrahma Candemîr, Okak Suslu.