'16'ê Adarê divê bibe roja têkoşîna li dijî çekên kîmyewî'

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh, ji ber salvegera 27. a Komkujiya Helepçeyê, Helepçe û qirkirina El Enfal careke din xist rojeva raya giştî ya Swêdê.

Kakabaveh di pêşniyarnameya xwe ya bi serenavê "Kampanya Enfal" de xwest, hikûmet biryara xwe ya ku di Kanûna sala 2012'an de El Enfal weke qirkirinê qebûl kiriye bixe meriyetê û di pêşniyarnameya xwe ya bi serenavê "Roja têkoşîna li dijî çekên kîmyewî de" xwest 16'ê Adarê roja rûdana Komkujiya Helepçeyê weke roja têkoşîna li dijî çekên kîmyewî bê qebûlkirin.

Partiya Karker a Sosyal Demokrat û Partiya Keskan a Hawirdorparêzan beriya hilbijartinan soz dabûn ku eger hikûmetê ava bikin ew ê qirkirina El Enfal û Komkujiya Helepçeyê ya rejîma Saddam li hemberî Kurdan kiribû, bixin rojeva raya giştî ya cîhanê. Ev soz tê bîranîn.

Kakabaveh da xuyakirin ku Swêdê bi dehan salan, ji mirovên ji zextan reviyane deriyê xwe vekiriye û anî ziman ku li Swêdê zêdeyî 100 hezar Kurd hene ku piraniya wan welatiyên Swêdê ne.

Kakabaveh diyar kir ku Parlamenta Swêdê gelek carî pirsgirêkên Kurdan eleqedar dikin nirxandiye, binpêkirina mafên Kurdan şermezar kiriye û vê yekê gelek caran xizmet ji kêmbûna zextên li KUrdan kiriye.

Kakabaveh bibîr xist ku piraniya partiyên li parlamentê El Enfal weke qirkirinê qebûl kirine û di pêşniyarnameya xwe de got, "Di sala 1988'an de li Helepçeyê li hemberî Kurdên bê parastin çeka kîmyewî hat bikaranîn. Piştî Yekemîn Şerê Cîhanê cara yekemîn li Helepçeyê gazên bi jehr hatin bikaranîn ku rê li ber mirina bi hezaran sivîlî vekir. Ev qirkirineke. Lewma divê roja Komkujiya Helepçeyê hat kirin 16'ê Adarê weke roja têkoşîna li hemberî çekên kîmyewî bê qebûlkirin."

Kakabaveh ji bo pêkhatina vê jî pirsî ku Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom wê li Neteweyên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar ên navneteweyî bikeve nava hewldanan an na.