15 roj in di berxwedanê de ne

172 karkerên di şîrketa Akgunê ya belavkirina elektrîkê ya girêdayî DÎCLE DEDAŞ’ê de dixebitin ji ber 36 hevalên wan ji kar hatine derxistin 15 roj e, di çalakiyê de ne.

172 karkerên di şîrketa Akgunê ya belavkirina elektrîkê ya girêdayî DÎCLE DEDAŞ’ê de dixebitin ji ber 36 hevalên wan ji kar hatine derxistin 15 roj e di çalakiyê de ne.  Xebatkarên ji kar hatine derxistin diyar kirin ku şîrketa belavkirina elektrîkê bi hincetên cuda ew ji kar derxistine da ku li şûna wan karkerên cuda ji Enqereyê bînin têxin kar.

‘JI ENQEREYÊ KARKERAN BÎNIN’

Karkerê bi navê Ahmet Gulenç diyar kir ku şîrketa belavkirina elektrîkê ya DÎCLE DEDAŞ’ê 36 hevalên wan bê guneh ji kar derxistine û wiha got: “Ji bo 36 hevalên me yên ji kar hatine derxistin. Li Şirnex û tevahiya navçeyê 172 xebatkaran dest ji kar berdane. Heya hevalên me negrin kar em yek xebatkar jî venagerin. Armanca DEDAŞ’ê ev e ku karkerên biyanî ji Enqere bînin li herêmê têxin kar. Em jî li dijî vê yekê 15 roj in têdikoşîn. Em ê heya dawiyê mafê xwe biparêzin.”

‘EM JI BO MAFÊN XWE TÊDIKOŞIN’

Karkerê bi navê A. Menaf Baran jî da zanîn ku ji bo mafên xwe dest bi berxwedanê kirine û ev tişt got: “Şîrketa Akgunê ji dema ku ev kar girtiye heya niha, bê mafiyê li karkeran dike. Bi dehan car şîrketê mafê me binpê kir. Niha jî 36 hevalên me ji kar derxistin. Em ji weke xebatkarên navenda Şirnexê û tevahiya navçeyan bi 172 xebatkaran em dest ji kar berdidin. Şîrketa Akgunê ji bo karkeran ji Enqerê bîne têxe kar serî li polîtîkayên qirêj dide. Bênavber karkeran ji kar derdixe.  Em weke karker vê bêmafiyê qebûl nakin heya dawiyê em ê li ber xwe bidin.”

‘POLÎSAN EM DERB KIRIN’

Baran da zanîn ku 15 roj e di çalakiyê de ne bi dehan caran polîs hatin li ber avahiyê gef li wan xwarine û ew derb kirine. Baran bilêv kir ku ji bo bigihêjin mafê xwe wê heya dawiyê têbikoşin û bang li tevahî karkeran kir ku dengê wan bibihîsin.

...