13 Rojavayî li Amedê hatin binçavkirin

13 Rojavayî li Amedê hatin binçavkirin

Li navçeya Amed Sûrê, di serdegirtineke polîsan de 13 jê Rojavayî 14 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Mêrdîn Dêrikê jî ji 8 binçavkiriyan 2 hatin girtin.

Li navçeya Amed Sûrê, piştî pevçûna di dema meşa ji bo destekkirina berxwedana Kobanê de, polîsan avêtin ser Meclîsa Taxa Hasirli û cihê kincşuştinê yê û Şaredariya Bajarê Mezin. Di serdegirtinên nîvê şevê de deriyê saziyan ji aliyê polîsan ve hatin şikandin.

Polîsên ku ji bo serdegirtinê ti sedem nîşan neda, 13 Rojavayiyên li Meclîsa Taxa hasirli dihatin dermankirin û jineke bi navê Rahşan a li wan dinêrî kirin binçavan. Polîsan binçavkirî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê û li ber deriyê nexweşxaneyê tên rawestandin.

LI DÊRIKÊ DU KES HATIN GIRTIN

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê jî, 8 kes duh bi hinceta tevlî xwepêşandanan bûne, hatin binçavkirin. Li dû kar û barên li emniyetê 8 kes sewqî Edliyeya Dêrikê hatin kirin û piştî wergirtina îfadeyê ji aliyê dozgeriyê ve, ji bo girtinê radestî dadgehê hatin kirin. Ji 8 kesan Ûgûr Ozbahçecî (21) û Omer Başakçi (21) bi îdîaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û şandin girtîgehê. 6 kesên mayî jî serbest hatin berdan.

Bi girtinên dawî re hejmara kesên li Dêrikê di nava hefteyekê de bi îdîaya beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bûne, derket 10'an.