13’mîn Lijneya Giştî ya KNK’ê deklarasyonek weşand
13’mîn Lijneya Giştî ya KNK’ê deklarasyonek weşand
13’mîn Lijneya Giştî ya KNK’ê deklarasyonek weşand
Di roja yekemîn ya 13’mîn kombûna Lijneya Giştî ya KNK’ê de deklarasyonekî 11 madeyî ji rayagiştî ya Kurdistan û cîhanê re hate pêşkêş kirin.
13’mîn Lijneya Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistnaê (KNK) li Brukselê destpê kir. Civîna ku axaftina vekirinê Endama Konseya Rêveber ya KNK’ê Rojan Hazim kir, ji çar parçeyên Kurdistanê serok û nûnerên partiyan her wiha nêzî du sedî delege û mêvan tevlî civînê bûn. Di nava beşdarvana de nûnerek yê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û heyetekî asta jor ya YNK’ê tevlî bûn.
Deklarasyona hatî aşkera kirin wiha ye:
*Kurdistan welatê Kurd û Kurdistaniyane û gelek xwezayî mafê wan heye ku çarenivîsa xwe bi xwe tayîn bikin.
*Kombûna me bi terkîba xwe ya bilind ya neteweyî û welatî ve destnîşan dike ku têkoşîna rizgariya Kurdistanê bi şuûreke bilind ya neteweyî û welatî heta serkeftina mezin dê bête domandin.
*Demokratîzasyona Rojhilatanavîn bi temamî bi qebûlkirin û naskirina statûya Kurd û Kurdistanê ve mumkun dibe. Lewma dewletên bi pirsa Kurdistanê ve dîrekt û îndîrekt peywendîdar divêt vê rastiyê bibînin û li gorî vê yêkê pozîsyona xwe aşkera bikin û daxwazên Kurd û Kurdistaniyan bi cih bînin. Herweha di serî da Kerkûk û hemû navçeyên li derveyî tixûbên Kurdistanê hatine hêlan divêt bêne vegerandin bo nav Kurdistanê û rêz li tixûbên Kurdistanê bête girtin.
*Kombûna me pêşhatinên li Rojavaya Kurdistanê giring dibîne û piştî destkefta başûr, rojavayê jî destkeftî dibîne û bangî Kurdistaniyan dike ku van herdu çeperan biparêzin.
*Li bakûr proseseke nû hatiye destpê kirin ku li ser daxwazên neteweyî û demokratîk digel dewleta Tirkiyeyê muzakere tê kirin. Em vê însiyatîfa nû ya bizava neteweyî li bakûr maqûl dibînin û piştevaniyê dikin û bangî hêz û kesên neteweyî û welatî dikin ku di nav xwe da yêkîtiyeke kamil pêkbînin ku ev hewildane serbikeve. Herweha em bangî dewleta *Tirkiyeyê jî dikin ku daxwazên Kurdistaniyan yên maqûl û demokratîk bi cih bînin û di serî da birêz Ocalan û hemû girtiyên polîtîk serbest bikin.
*Kombûna me çar rêze konferansên Amed, Hewlêr, Enqere û Brukselê di plankirina prosesa ”Aştî û demokrasîyê” ya li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilatanavîn da platformên giring dibîne û piştevaniyê dike.
*Têkoşîna neteweyî ya li Rojhilata Kurdistanê hatiye merheleyeke nû ku divêt hêzên neteweyî û welatî li gorî pêşhatinên li Rojhilatanavîn xwe li ser zemînê yêkîtiya neteweyî û welatî organîze bikin û ji bo bi destxistina statûya neteweyî û demokratîk xwe amade bikin.
*Kombûna me bi dengekî bilind bangî Kurd û Kurdistaniyan dike ku tifaqa navxweyî di asteke herî bilind da vehûnin û mayînde bikin. Garantiya parastina destkeft û çeperên neteweyî û welatî ev yêkîtiya navxweyî ye.
*Kombûna me aşkera teyîd dike ku di çareseriya pirsa Kurdistanê da digel Kurdan kêmaniyên etnîk û dînî jî hevparin, xwedanên Kurdistanê ne û divêt di nav Kurdistanê da sîstemê demokratîk, azad, wekhev, dadyar û sekular bête ava kirin.
*Kombûna me çemka mêrşahî ya di nav civata Kurd û bi giştî Kurdistanê da ji bo demokratîzasyona navxweyî astengeke mezin dibîne û bangî hemû xelkên Kurdistanê dike ku li ser zemînê azadî û wekheviya cinsî civateke dadyar ya bi hemû bihayên mirovî ve tijî ava bikin.
*Kombûna me bangî Amerîka, Rûsya, YE, UN û dewletên din dike ku di pirsa bi giştî Kurd û Kurdistanê û bi taybetî di çareseriya pirsa Rojavaya Kurdistanê da dadyar bin û piştevaniya daxwazên rewa yên Kurd û Kurdistaniyan bikin.