6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Edeneyê 118 sal ceza li Îdrîs Ozdemîr, Ozgur Eksîk, Ridvan Abay û Ebrû Bayram yên ku 2,5 li girtîgehêne birî.
Îdrîs Ozdemîr, Ozgur Eksîk, Ridvan Abay û Ebrû Bayram yên ku di Sibata 2010’an de li Edeneyê hatibûn girtin û 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Edeneyê di derbarê wan de bi îdîaya “endamên rêxistinê ne”, “propaganda rêxistinê kirin” û “zirar dane mal” doz hatibû vekirin, îro biryar hate dayîn.
Yên têne darezandin û parêzer tevlî rûniştinê bûn. Parêzerê yên têne darezandin sûcên ku avêtine ser muwekîlên wan red kir û daxwaza beraetê kir. meqamê îddîayê jî daxwaz kir ku yên têne darezandin ji “endamtiya rêxistinê”, “propaganda rêxistinê” û “zirardayîna mal” bêne ceza kirin. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya “endamên rêxistinê ne”, “propaganda rêxistinê kirne” û “zirar dane mal” 37 sal cezayê girtîgehê da Ebrû Bayram, 27 sal Îdrîs Ozdemîr, 27 sal Ozgur Eksîk û 27 sal dan Ridvan Abay.