10. serokê Şaredariya Parîsê Komeleya Kurdan ziyaret kir
10. serokê Şaredariya Parîsê Komeleya Kurdan ziyaret kir
10. serokê Şaredariya Parîsê Komeleya Kurdan ziyaret kir
10. serokê Şaredariya Parîsê Rêmî Fêraud li gel ekîba xwe komeleya Akademiya Çand û Hûnera Kurdistanê (AACK) ku li ser kolana Enghien’ê ye ziyaret kir.
Endamên komeleya serokatiya şaredariyê ku vexwendina komeleya Kurd qebûl kirin rayedarên Federasyona Komeleyên Kurd li Fransa ew li pêş derî pêşwazî kirin. Di ziyaretê de ji bo 10. serokê şaredariyê yê ciwan ku li Parîsê ye di derbarê lokala AACK’ê û xebatên xwe de agahî dan. Rêveberên komeleyê û Feyka serokatiya şaredariya partiya Sosyalîst ku li taxa weke “Kurdistana Biçûk” tê zanîn û pirsgirêkên niştecihên taxê jêre got.
Di ziyaretê de mijarekî din ya ku li ser hate axaftin di 9’ê Çile de li Parîsê qetil kirina sê Jinên şoreşger yên Kurd Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez bû. Piştî nîqaşên ku hatin kirin şûnde di derbarê berdewam kirina xebatên bi hevre yên Şaredariyê û komeleya AACK’ê de biryar hatin girtin. Ji bo komkujiya Parîsê jî bi armanca bangewaziyê wê di 6’ê Çile û 12’ê Çile de li ser dîwarên hindir û yên derve yên 10. Saraya Şaredariya Parîsê wê posterên Sakîne, Fidan û Leyla bêne daliqan din.