10 kes li Mersînê hatin binçavkirin
10 kes li Mersînê hatin binçavkirin
10 kes li Mersînê hatin binçavkirin
Operasyonên li dijî çalakiyên Parka Geziyê dewam dikin. Di çarçoveya van operasyonan de li Mersînê 10 kes hatin binçavkirin.
Li Mersînê, bi sedema beşdarî çalakiyên piştgiriya bi berxwedana Parka Gezî bûne, operasyon hat kirin.
Bi hinceta di çalakiyan de "welatî sor kirine, zerar dane malê dewletê û polîs birîndar kirine" polîsan saet di 05.30'an de avêtin ser malên welatiyan.
Di serdegirtina hevdemî ya li 17 navnîşanan de welatiyên bi navê B.P, H.A, K.M, A.Y, D.S, A.A, D.A, A.S, N.Y, A.O. hatin binçavkirin.
Hat hînbûn, 10 kes jî ne li navnîşanên xwe bûn. 10 kesên hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê, birin Muduriyeta Şaxê Ewlekariyê ya Bajêr.