10 kes li Amedê hatin girtin

Ji kesên li Amedê di çarçoveya lêpirsîna der barê Avahiyên Jiyanê yên Kirklardagi de hatin binçavkirin, 10 kes hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Avahiyên Jiyanê yên Kirklardagi de bi hinceta "bi nelirêtî, bêûsûlî re pere ji rêxistinê ragihandine", Şaredarê berê yê Sûrê Abdûllah Demîrbaş jî di nav de 26 kes çend roj berê girtibû binê çavan.

Piştî lêpirsîna lêpirsîna li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê 16 kes duh sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Ji van 10 kes hatin girtin, 6 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di nava welatiyên hatin girtin de Şaredarê berê yê Sûrê Abdûllah Demîrbaş jî heye.