1. Kongreya Awerte ya HDP'ê destpê kir
1. Kongreya Awerte ya HDP'ê destpê kir
1. Kongreya Awerte ya HDP'ê destpê kir
1. Kongreya Awerte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku weke "Kongreya Mezin" bi nav dike, bi coşeke mezin destpê kir. Beşdarên kongreyê bi 15 ziman bi pankartên bi nivîsa "Merhaba" û "Rêwîtiya ber bi Hêviyê ve" hatin pêşwazîkirin.
1. Kongreya Awerte ya HDP'ê, ku bi dirûşma "Ev hînê destpêkeke" weke "Kongreya Mezin" tê binavkirin, li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali destpê kir. Bi sedan kesên danê sibê ji gelek bajaran hatin, stran gotin û govend gerandin. Jin û mêrên ji Kurdistanê jî bi kincên xwe yên neteweyî û rengên kesk, sor û zer cihên xwe di kongreyê de girtin.
Li ketina salonê pankartên mezin ê bi 15 ziman nivîsa "Merhaba" û "Rêwîtiya ber bi Hêviyê ve" hatibû nivîsandin, beşdar pêşwazî kirin. Li hundurê salonê jî pankartên bi nivîsa "Perwerdeya zimanê dayikê mafê mirovanan e", "Ji baweriyan re azadî, ji Elewiyan re welatiya wekhev", "Di cih de rêveberî, xweseriya demokratîk", "Ji talankirina xweza û kedê re êdî bese, çareserî jiyana ekolojîk", "Bila zîndan werin valakirin, ji girtiyên siyasî re azadî", "Bêdeng nemîne biqîre, LGBT'yî hene", "Em şoreşa Rojava silav dikin" û "Ji Roboskî heta Reyhanli eger em ji bîr bikin bila dilê me biçike" hatin daliqandin. Jinên ji Kurdistanê hatin jî pankarta bi nivîsa "Ji Botanê hezar silav ji gelên Tirkiyê re" vekirin.
Di kongreyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bijî berxwedana YPG", "Ev hînê destpêkeke, têkoşîn dewam e", "Bijî berxwedana zîndanan" û "Her der Taksîm her der berxwedan" hatin qîrîn. Di kongreyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê hatin vekirin.
Ji ekranên mezin ên li her du aliyên dikê sînevîzyona li ser siyasetmedarên jin ên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk, Ceylan Onkol a li Licê bi topê hat qetilkirin, hat nîşandan.
Tevî Hevserokên HDP'ê Fatma Gok û Yavûz Onen, Parlamenterên BDP'ê, Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, Serokê Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Serokê Giştî yê PSAKD'ê Kemal Bulbul, Serokê berê yê DEHAP'ê ku xwe fesih kir Tûncer Bakirhan, lîstikvan Yûsif Çetîn, Alîkarê Hevserokên BDP'ê Hamît Geylanî, Alîkarê Serokê Giştî yê FÎDH'ê Yûsif Alataş û delegeyan gelek kes li kongreyê amade ne.
Kongre li ber muzîkên bi Kurdî û Tirkî bi gerandina govend û qîrîna dirûşmeyan dewam dike.