1. Konferansa Ciwanên Kurd a Awarte ya Ewropayê

1. Konferansa Avakirinê ya Ciwanên Kurd a Awarte ya Ewropayê, ku demeke dirêj amadekarî jê re dihate kirin, li paytexta Fransa Parîsê tê kirin.

1. Konferansa Avakirinê ya Ciwanên Kurd a Awarte ya Ewropayê bi şiyara "Bi berxwedana serdemê serî hilde, bi felsefeya Rêbertî xwe bi rêxistin bike" duh li paytexta Fransa Parîsê dest pê kir. 300 ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li Ewropayê û nûnerên ciwanan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê tevlî konferansê bûne. Tevî posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li salona konferansê hatine daliqandin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê û axaftina destpêkê ya konferansê, ji bo dîwanê 5 kes hatin hilbijartin ku 3 jê jin in.

'CIWAN HÊVIYA HEMÛ CIVAKAN E'

Li dû hilbijartina dîwanê Xebat Ocalan bi navê Civaka Azad axivî û bi bîr xist ku tevgereke gel bêyî pêşengiya ciwanan nikare bigihêje azadiyê. Ocalan got, "Gotina 'Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin' bi rengê herî sade û cewherî balê dikişîne ser cihê ciwanan ê di nava têkoşînê de. Endama Yekîtiya Ciwanên Rojava Jînda Botan bi rêya Skype beşdarî konferansê bû û rola ciwanan a di berxwedana Efrînê de û pêngava 'Serî hilde' nirxand. Ji CDK-F jî Vedat Bîngol peyivî û anî ziman ku ciwan hêviya civakê. Bîngol got, "Mîna ku em her carê dibêjin; hêviya hemû civatan ciwan in. Ji bo gelê Kurd jî gotinên Rêbertî yên li ser rola ciwanan bi cih tên." Di konferansê de gelek delegeyan nêrîna xwe ya li ser rojevê anîn ziman.

BANDORA SÎSTEMA KAPÎTALÎST A LI SER CIWANAN HATE NIRXANDIN

Piştî navbera nîvro, li ser konfederalîzma demokratîk û xweseriyê semînerek hate dyain. Di semînerê de nêzîkatiya sîstemên kapîtalîst-emperyalîst a li ser ciwanan û sîstema konfederal a demokratîk ku alternatîfa vê ye hatin nirxandin. Di rûniştina dawî ya duh de bandora şerê psîkoojîk li ser ciwanan, asîmîlkirina Kurdan, pêkanînên ku Kurdan ji xwe û nasnameya xwe dûr dixin û zextên dewletê yên li ser çand û zimanê Kurd hatin nirxandin. Konferana ku pirsgirêkên ciwanan lê têne nirxandin, wê îro jî dewam bike.