1 jê zarok 8 kes hatin binçavkiri

1 jê zarok 8 kes hatin binçavkiri

Operasyonên qirkirina siyasî li Kurdistanê didomin. Li Elbak a Wanê û Gimgim a Muşê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin.

Li Elbak a Wanê di saetên sibê de polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de Rustem Ertaş, Muhammed Şarlatan, Davut Çoban, Hanîfî Guneş û Fatîh Koç hatin binçavkirin. 5 Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Elbaqê.

Li aliyê din jî li taxa Bostanîçî ya taxa Îpekyolu polîsan bi ser mala Ahmet Numaş de girt. Di serdgirtinê de mala Numaş hate belavkirin û ji ber ne li malê bû nehat binçavkirin.

Li Gimgim a Muşê jî polîsan di saetên sibê de li taxên Kultur û Şehîdlîk bi ser malan de girt. Di serdegirtinê de zarokê bi navê C.D  û zarokê bi navê Sadik Çakir û kesekî ku navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin. Her sê kes birin mdiûriyeta polîsan a Gimgimê.