'Ziman xwebûn û bîr e, tu jî cihê xwe di vê bîrê de bigire'

Endamê Komîsyona 21’ê Sibatê û Mamosteyê Komeleya MED-DER’ê Mirad Bîlgîç anî ziman ku Tora Ziman û Çanda Kurdî ku 300 nûnerên komeleyan, nivîskar, zimanzan tê de cih digirin dest bi kampanyaya ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiye’ kirine.

Kampanyaya îmzeyê ya Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ku ji aliyê Platforma Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê di 22’ê Sibatê de bi armanca Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê da destpêkirin, hê jî didome. Endamê Komîsyona 21’ê Sibatê û Mamosteyê Komeleya Lêkolînên ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mirad Bîlgîç têkildarî kampanyayê axivî û diyar kir ku Tora Ziman û Çanda Kurdî ku 300 nûnerên komeleyan, nivîskar, zimanzan tê de cih digirin û Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partiyên siyasî pêk tê dest bi kampanyayekê kirine û got: “Li ser daxwaza fermîbûn û zimanê perwerdehiyê ya Kurdî me kampanya da destpêkirin.”

‘JI BO KU ZIMAN WINDA NEBE EM HATIN BA HEV’

Bîlgîç anî ziman ku bi kampanyayê armanc dikin ku astengiyên bi polîtîkayên zext û înkarkirinê yên li ser ziman tên meşandin ji holê rakin û wiha axivî: “Di 21’ê Sibatê de me dixwest em vê kampanyayê bidin destpêkirin, lê ji ber qedexeya dawiya heftiyê kampanya me di 22’ê Sibatê de da destpêkirin. Armanca kampanyayê mîsogerkirina hebûna Kurdan e. Kurdî demekê li vî welatî hat qedexekirin. Heta niha jî li Meclîsê weke 'zimanê nayê zanîn' tê pênasekirin û derbasî qeydan dike. Nêzîkatiyeke wisa li dijî zimanê me heye, wê bêparastin dihêle û wê di salên pêş de jî zimanê me bikuje. Di cîhanê de ji du hefteyan de herî kêm zimanek winda dibe.

Ji bo ku em zimanê xwe bidin jiyîn û zimanê me bibe zimanê fermî me dest bi vê kampanyayê kir. Amadekariyên kampanayê nêzî saleke berdewam dikir. Ji ber ku hebûna Kurdan bi zimanê wan ve girêdaye. Ziman yekitî, bîr û pêşeroja gelan e. Heke em bixwazin pêşeroja me ronî be, divê di her alî de em xebatên ziman bidin meşandin. Hemû kesên ku vê rastiyê dibin jî li dora vê kampanyayê kom dibin. Kampanya her çiqas di pêşengtiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî de hatibe destpêkirin jî di wextê daxuyaniyê de jî hate bilêv kirin, ‘Me destpêkir û em birêxistin dikin. Lê ev kampanya ne ya me tenê ye, kampanya ya tevahiya Kurdan e’.”

‘DIVÊ HER KURDEK BIBE GAVEK JI VÊ KAMPANYAYÊ’

Bîlgîç da zanîn ku bi tevlîbûna partiyên siyasî kampanya xurttir bûye, belav dibe û wiha pê de çû: “Destpêka kampanyayê bi tevlîbûna 9 partiyên Kurdewar xurt dest pê kir û ji bo xebata ziman cihê girtin. Kurdan çiqas bêriya dîmenek wiha xweş kiriye, partiyên Kurd ji bo mijarekî Kurdewarî bigihin hev û li ser xebatan bidin meşandin. Zarokên Kurdan divê êdî perwerdehiyek bi dilxwazî na, divê êdî perwerdehî di bin satutuyekê de bê dayîn. Dilxwazî jî bi qîmet e, heta niha perwerdehiya dilxwazî tê dayîn û keda komeleya ziman jî di vir de gelek bi qîmet e. Çawan dibe ku di sedsala 21’an de zarokên Kurdan ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar bin. Ev gavek e û gava destpêkê jî gelek serkeftî bû. Dibe hinek kêmahiyên me hebe ku em nekarin xwe bigihînin hemû Kurdan, em carek din dibêjin ev kampanya ne ya me tenê ye. Divê her Kurdek xwe bigihîne me û bibe gavek ji vê kampanyayê.”

‘BI RÊYA DÎJÎTALÊ HETA NIHA 11 HEZAR ÎMZE HATINE KOMKIRIN’

Bîlgîç destnîşan kir ku ji bo kampanya bi awayek serkeftî bigihêje armanca xwe hemû merhele ast bi ast hatiye plankirin û wiha dom kir: “Kijan ast dema were wê gava wê bê avêtin. Di vê kampanyayê de em armanc dikin ku bi milyonan îmze kom bikin. Kampanya li ser bingehan tê bi rêvebirin. Bingeha yekemîn cihê ku em bikarin xwe bigihîninê û kuçe bi kuçe û tax bi tax bigerin û îmzeyan kom bikin. Bingeha duyemîn jî li ser înternetê, divê her Kurdek li ku derê dibe ferq nake divê bikeve lînka kampanyayê û îmzeya xwe biavêje. Lînka kampanyayê jî di hemû malperên ku sazî û dezgehên pişgiriya kampanyayê dikin de jî heye. Divê hemû kesên îmza diavêjin ew jî bibin nevbenkar û kes û dostan vebixwîne kampanyayê. Kampanya hîna nû ye û daneyên ku em bikarin li ser nirxandinan bikin negihiştiye destê me. Niha li ser înternetê nêzî 11 hezar îmze hatine berhevkirin. Lê 11 hezar îmze ji bo kampanyayek wiha mezin têr nake û divê hîn zêdetir be. Hîna heftiya destpêkê neqediyaye, em armanc dikin ku bi milyonan îmze kom bikin. Em ji bo pêşeroja xwe dixebitin, ji bo vê yekê çi dibe bila bibe em ê bigihêjin armanca xwe.”

BANGA TEVLÎBÛNA KAMPANYAYÊ

Di dawiya axaftina xwe de Bîlgîç, banga tevlîbûna kampanyayê kir û got: “Bi salan e Kurdî tê binpêkirin, li vî welatî nayê nasîn. Daxwaza hemû Kurdan ya ‘êdî bila zimanê Kurdî bibe xwedî statuyek û bibe zimanê perwerdehiyê’ heye. Ziman, xwebûn û bîr e, tu jî cihê xwe di vê bîrê de bigire. Kampanya ne tenê ya rêveberan e, ya gelê Kurd û hemû dostên wan e. Kî bixwaze ji bo gelê Kurd û ji bo Kurdî tiştekî bike bila kerem bike were. Bila werin daxwaza Kurdan a sed salan em li ser ziman tacîdar bikin. Armanca me ew e ku bi milyonan îmze bikin. Divê hemû Kurd vê kampanyayê weke peywîrekê bigirin ser xwe û xebatê bi rê ve bibin. Kesên oldar, kesên ji xwe re dibêjin demokrat û kesên sosyalist divê pişgriya vê kampanyayê bikin û ji bo zimanê neteweyekê ew jî îmzeyekê bidin.”

LÎNKA ÎMZEYÊ: