‘Ziman û çand stûna bingehîn a neteweyan e’

“Em HDP li Kurdistanê ji bo pêşketina ziman û ji bo ziman bibe zimanê fermî, her wiha li Tirkiyeyê jî ji bo zimanê bi xeteriyê re rû bi rûne em ê xebatan bidin destpêkirin.”

Di 23'ê Mijdarê de bi tevlîbûn û piştgiriya 45 nûnerên rêxistinên civakî, partiyên siyasî û nêrînên cuda li Amedê komxebata avakirina Tora Ziman û Çandan li dar xistin. Di civînê da biryara berfirehkirina Tora Ziman û Çandan û komxebateka berfirehtir girtin. Ji bo birêvebirina xebatan û amadekariya komcivîna berfireh sekreteryaya ji 7 kesan pêk tê, hat hilbjartin. 45 kesên ku daxuyanî radigihandin jî wê wek desteya şêwrê ya Tora Ziman û Çandan xebatê bidomînin. Der barê “Tora Ziman û Çandan” de, zext û polîtîkayên pişaftinê yên li ser ziman Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier ji ANF’ê re axivî.

 

‘PIŞAFTINA LI SER ZIMAN BERDEWAM DIKE’

Taşçier da zanîn ku ji damezirandina Komara Tirkiyeyê heta niha li dijî ziman û çanda Kurdî zext qet kêm nebûn û didomin. Taşçier anî ziman ku ji ber zextên li ser gelên Kurdistanê bi sedan welatiyên Kurd li kûçeyan hatine kuştin û wiha axivî: “Ji ber zext û polîtîkayên dewletê yên li ser gelên Kurdistanê gelek raperîn rabûn û li hemberî vê hişmendiyê têkoşiyan. Di sala 1940’an de li Amedê dema ku welatiyek Kurd bi Kurdî diaxivîn li kûçeyan dihatin kuştin û cezayê girtîgehê li wan dihatin birîn. Ji destpêka komarê heta roja îro dewletê dest ji polîtîkaya xwe bernedaye, zext û pişaftina li ser çand û zimanê Kurdî berdewam dike. Ev pişaftin û asîmîlasyon roj bi roj zêde dibe. Dema ku ez zarok bûm û diçûm dibistanê min wê demê Tirkî nedizanî bû. Lê mixabin ji ber zextên dewletê yên her ku diçe kûr dibe re zarokên Kurdan bi Kurdî nizanin.”

‘ZIMAN STÛNA BINGEHÎN YA CIVAKÊ YE’

Taşçier destnîşan kir, ji bo parastina ziman plansaziyek lazim e û wiha pê de çû: “Li Kurdistan û Tirkiyê gelek rewşenbîr û saziyên Kurdan li ser ziman û çandê xebatan dikin. Me xwest bi civînekê rewşenbîr û saziyên Kurdan werin li ba hevdû û dawî li vê cudahiyê bînin. Dewlet sed sal in hewl dide ku rasteqîniya welat û gelê Kurd ji holê rake. Me di civîna ewil ya ‘Tora Ziman û Çandan’ de niqaşên dê plansazî çawa be, mijara ziman çawa penase bikin, kirin. Ziman stûnabingehîn ya neteweyî ye. Parastina ziman parastina neteweyiye. Divê li ser ziman em bi hev re xebateke zêde bikin û astengiyên li hemberî ziman ji holê rakin.” 

‘DIVÊ JIYANA ME BI KURDÎ BE’

Taşçier bilêv kir ku divê di her alî de zimanê Kurdî bê axaftin, xebat li ser ziman bên kirin û ev tişt got: “Dema xebatkar xebatên ziman li ser karê xwe bisekinin û bi bîr û bawerî birêve bibin kes nikare rê li ber xebata ziman bigire. Yanî ji ber ku xebata ziman xebata herî rewa ye. Xebata herî meşrû ya dinyayê ye. Kes nikare bi vî awayî ziman qedexe bike. Mesele ew e ku em Kurd bi xwe xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Divê em xebatê bi plan û bername birêve bibin. Divê siyasetmedar, rewşwenbîr û hemû saziyên Kurdan bi Kurdî xebatan bikin. Divê her malbat di mala xwe de di nava zarokên xwede bi Kurdî biaxivin. Divê hemû jiyana me bi Kurdî be. Çiqas dewlet qedexe bike em dikarin wan sînoran derbaz bikin û bi zimanê xwe biaxivin.” 

‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ’

Taşçier anî ziman ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û got: “Li dinyayê 210 dewletên Neteweyên Yekbûyî hene û ji vanan 135 dewlet jî heta zimanê çaremîn jî heye. Çima zimanê Kurdî jî nebe zimanê fermî û bi Kurdî perwerdehî neyê dayîn. Divê weke Kurd û xebatkarên vî gelî em hemû astengî û qedexeyên li ser ziman bi axaftina Kurdî ji holê rakin. Divê tu Kurd qedexeya li ser ziman nepejirîne û berovajiyê vê yekê ji bo pêşketina zimanê Kurdî bixebite. Divê di her alî de di rojane, çand û siyasetê de em pêş bixin. Armanca yekemîn ya ‘Tora Ziman û Çandan’ jî ev e. Divê çarçoveyê de em dixwazin bi wan kesan re ku li ser ziman xebatên dikin, di demên pêş de civînek berfireh li darbixin. Fikir û ramanên cuda hene û bi vê civînê em dixwazin hemû fikir û ramanên xwe bikin yek.”

‘LI KURDISTAN Û TIRKIYÊ XEBATÊN ZIMAN DÊN BÊN MEŞANDIN’

Taşçier destnîşan kir ku xebata HDP'ê ya li zer ziman li Kurdistan û Tirkiyeyê jî berdewam bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li Kurdistanê ji bo pêşketina zimanê Kurdî û ji bo bibe zimanê fermî wê xebat bên kirin. Her wiha li Tirkiyeyê jî ji bo zimanên di xeteriyê de ne jî xebatek bê meşandin. Têkoşîna me ji bo gelan e û ji bo pêşxistina ziman jî em ê têkoşînê xwe xurt bikin.”