Zîlan li Kerkûkê hate bibîranîn

Di salvegera 25’an a şehîdbûnê de Zîlan (Zeyneb Kinaci) li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi çalaiyekê hate bibîranîn.

Li bajarê Kerkûkê di salvegera 25’an a şehîdbûnê de Zîlan (Zeyneb Kinaci) ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) ve bi çalakiyeke ku saet 16:30’î hate kirin, hate bibîranîn.

Berî merasîm destpê bike ji bo giyanê hemû şehîdên doza azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hate girtin.

Piştre endama Meclîsa RJAK’ê Sazan Ferhad axivî û bal kişand ser têkoşîn û çalakiya fedayî ya Şehîd Zîlan. Ferhat anî ziman ku Zîlan di demeke welê de çalakî kir ku hemû cîhan li ser têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ku bi pêşengtiya PKK’ê de hatibû despêkirin bû û got: “Ji bo wê Zîlan ev yek dît û bi çalakiya xwe ya fedayî pêşiya vê pîlan û komployê girt.”

Sazan Ferhat bal kişand ser kesayetiya xurt a Zîlan û diyar kir ku her çendî Zîlan neçûbe gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî, yek ji kadroyên herî xurt a Akademiya Apoyîzim bû. Ferhat diyar kir ku Şehîd Zîlan felsefeya jiyan û têkoşîna tevgera Kurd a azadîxwaz di kesayeta xwe de dabû avakirin û got: “Bi hemû rengî kesayeteke fedayî bû.”

Ferhat diyar kir ku di qonax û dîroka Kurdistanê de tim di rewşên metirsîdar de jina Kurd bi rola xwe rabûye.

Herî dawî jî Ferhat nameya Şehîd Zîlan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên xwe şandibû xwend.

Merasîm bi dirûşman dawî bû.