Zîlan li Şengalê bi semînerekê hate bîranîn

Gerîlaya PKK'ê Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera 25'an a şehadeta xwe de li Şengalê bi semînerekê hate bîranîn.

Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan, ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kir, di salvegera 25'an a şehadeta xwe de li Şengalê hate bîranîn.

Semînera li gundê Dugirê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hate lidarxistin.

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico û jinên beşdarî semînerê bûn li ser jiyan û têkoşîna Zîlan axivîn.

Riham Hico diyar kir ku Zîlan li ber zordestiya pergalê rabû, bi vê armancê tevlî nava refên azadiyê bû û diyar kir ku weke jinên Êzidî wê heta dawiyê li pey têkoşîn û doza wê bin.

Endama Koordînasyona TAJÊ Dayê Xoxê Cindî jî şehîd Zîlan bi bîr anî û got, "Eger em îro li vir li hev civiyane ev yek bi keda şehîdan e. Em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê li pey şopa wan bin."

Di herikîna semînerê de sînevîzyonek li ser têkoşîna Zîlan hate nîşandan.

Ji beşdarên semînerê Zozan Yûsiv piştî semînerê axivî û got, "Divê em bibin mîna Zîlan. Wê demê em ê xwedÎ li axa xwe derkevin û welatê xwe rizgar bikin.