NÛ BÛ

Zîlan: Kolebûn ne qedara jinê ye

Endama RJAK'ê Zîlan wiha got: " Jina ku xwe bi rêxistin dike li dijî sîstema kolekirinê ya ku li ser tê ferzkirin, wê ji nû de xwe bi xûliqîne û pêşengtiyê bike."

Endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê Evîn Zîlan a ku di semînera bi mijara "Li Dijî Zayendparêziyê, Jiyana Azad" de ku li Pirtûkxaneya Endeşe ya Kerkûkê ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdisanê ve hate lidarxisin axivî wiha got. "Jin tê wateya jiyanê. Di rastiyê de jiyan e. Ji xwe 'Jin-Jiyan' heman wateyê digire. Lê ji vê rastiyê îro ti tişt nemaye."

Zîlan diyar kir ku dixwazin vê yekê li ser jinê bidin ferzkirin û wiha pê de çû: "Di xwezaya jinê de ji bo pêşxistina civakê xwedî mîsyoan pêşengtiyê ye. Lê di rewşa îro de jinê ji vê pozîsyonê dûr xistiye. Wisa li vê rewşê kirine ku jin jî vê rewşa heyî qebûl bike, weke qederekê dibîne. Bê çare kiriye." Zîlan destnîşan kir ku derbaskirina vê enceq bi rêxitinkirina jinan û têkoşînkê mumkîne."

'DIVÊ JIN ROLA XWE YA PÊŞENG BILÎZE'

Zîlan bi bîr xist ku di destpêka jiyana civakê de rewşa jinên pir cûda bû. Zilan ev nirxandin kir: "Jin pêşenga civakê ye. Ya ku pêşengitiyê ji mêr re dike jin e. Bi milyonan sal wiha bû. Lê mêr piştî bi hilberandinê re bû desthilatdar, gav bi gav ji ber bi rewşa îro ve dehf da. Bi jiyana îro re ti mafê jinê û biryardayînê nehêlane. Ji ber vê divê jin rewşa xwe lêpirsîn bike, di rewşa heyî de civakê lêpirsîn bike û xwe li gorî vê rêxitin bike, ji nû ve rola xwe ya pêşengtiya civakê bilîze."