Zexta dewletê ya li esnafên Wanê her giran dibe

Li Wanê, piştî ku şaredariyên HDP'î hatin desteserkirin, bi destê qeyûman bi hezaran lîre cezayê pereyan li dehan esnafan hate birîn. Ensafên ku ji ber krîza aboriyê tengav bûne, bi cezayên pereyan jî li wan welê hatiye ku nikaribin kar bikin.

Krîza aboriyê ku ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê li welêt rû da herî zêde bandorê li bajarên Kurdistanê dike. Esnafên li Wanê jî ji wan kesan e ku herî zêde krîz bandorê li wan dike. Piştî 2 erdhejên mezin ên sala 2011'an li Wanê 4 hezar esnaf neçar man dikanên xwe bigirin. Bi hezaran esnafên ku ji ber erdhejê nekarîn kar bikin, ji ber deynên banka û dewletê ketin rewşa îcrayê.

Piştî ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên din hemû hatin desteserkirin, li Wanê bêkarî ji nû ve zêde bû. Welê li esnafan hat ku nikaribin kar binin. Bi qeyûman re tîmên maliye û polîsan her roj diavêjin ser bi dehan esnafan, dest datînin ser malên wan û cezayê pere yê bi hezaran lîreyî dibirin. Qeyûm û hêzên dewletê ku nahêlin esnaf kar bike, mehên dawî cezayê zêde li esnafan dibirin.

Her wiha li esnafên Wanê hatiye qedexekirin ku malên ji Îranê û Başûrê Kurdistanê tînin bifiroşin. Bi taybetî şekir, birinc, çay, telefon û çixare yên ji welatên cîran tên anîn qedexe ye ku bên firotin. Esnafên ku van malan difiroşin dibin hedefa serdegirtina polîsan û malên wan tên desteserkirin û bi 10 qatî zêdetir ceza li wan tê birîn.

Polîsan avêtin ser dikaneke telefonê ya li navenda Wanê û dest danîn ser telefonên bi nirxê 10 hezar TL'î. Her wiha polîsan li heman esnafî 80 hezar lîre ceza birî. Esnaf jî neçar ma ku dikana xwe bigire.

Esnafekî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku polîsan beriya niha avêtin ser dikana wî û got, "Dewlet naxwaze ku em kar bikin. Min berê şekir, çay, birinc ku min berê ji bazirganiya li sînor dianî difirot. Malên li welatên cîran erzantir in. Ji van malan hem em hem jî gelê me qezenç dike.

Malên Tirk gelekî biha ne, hem em nikarin bikirin hem jî derfetên gel nîne. Tevî ku malên em ji welatên cîran tînin qanûnî ne, dewlet kom dike. Hem dest datînin ser malên me hem jî bi hezaran lîre cezayê pere dibirin. Di vir de tenê armanceke dewletê heye; dixwaze gelê Wanê birçî bihêle."