Zext û êrîşa li ser HDP’ê didome

Beriya mîtînga Erdogan, Wan kirin ablûkayê, li Osmaniye, Agirî û Erzeromê zext û zordariya li ser HDP’ê zêde dibe.

Ji bo ku îro Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan ji bo hilbijartinê wê were Wanê li Wanê hema bibêje rewşa awarte hatiye ragihandin. Ketin û derketina ji bajêr kirine ablûkayê, hemû rêyên diçine ser Meraş, Komarê û Meydana Beşyolê ku wê mîtîng lê were çêkirin, bi wesayitên zirxî hatine girtin. Her wiha qemyonên şaredariyê û DSÎ’yê bi qûmê hatine tijekirin û kuçe hatine girtin.

Her wiha beriya mîtînga Erdogan alayên HDP’ê yên li bajêr jî hatin rakirin. Bi taybetî jî hemû rêyên sereke û navbeynê yên ku diçine ser Meydana Beşyolê hatine girtin.
Li ser bajêr tim helîkoptêr diçin û tên.

OSMANIYE

Berê sibehê êrîşa çekdarî birin ser bûroya hilbijartinê ya HDP’ê ya li taxa Karaboyunê. 11 gule li avahiyê ketin û ziyana madî gihayê.

Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyê li ber bûroya hilbijartinê daxuyanî da û got, ‘’Em bersiav herî xweş 24’ê Hezîranê bi sendoqê bidin.’’

AGIRÎ

Solîstê Koma Rosîda Jiyan, ku li Patnosa Agirî, di mîtînga HDP’ê de stran gotî û her wiha kesê pêşkêşvan Alî Umran Daşkaya hatin destgîrkirin..

Bi hinceta ku di stranê de navê Kurdistanê derbas bûye, Jiyan hate destgîrkirin.
Daşkaya jî bi sedema ku gotiye ‘şehîdên demokrasiyê’ hate destgîrkirin.

ERZEROM

Li Palandokenê ya Erzeromê bîlbîordên danasînê yên namzetên HDP’ê hemû hatin rakirin. Namzetê HDP’ê yê Erzeromê Mehmet Kasim Firat got her roj zexta li ser wan zêdetir dibe.