Zeviyê TÎGEM'ê yê li Serêkaniyê hate şewitandin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Salih Kandal li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê agir berdan zeviyê genim û makîneya çinînê yên Midûriyeta Giştî ya Karên Çandiniyê (TÎGEM).

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Salih Kandal bi daxuyaniyekê ragihand ku li zeviyê genim ê Midûriyeta Giştî ya Karê Çandiniyê yê li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di 4'ê Hezîranê de çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çalakiyê de zeviyê ji hezaran donimî şewitî, makîneyeke çinînê ya li nava zevî jî îmha bû. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serkertî li qadên xwe vegeriya."

Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin ku wan ev çalakî ji bo bîranîna yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Salîh Kandal kirine ku sala 1979'an li Hîlwanê di berxwedana dijî nokeran de şehîd bûbû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîma faşîst a ku zilm, komkujî, êşkence û polîtîkaya înkarê ya li dijî gelê Kurd rewa dibîne, berpirsyarê van çalakiyên me ye."

Yekîneyên Tolhildanê destnîşan kir ku wê li Kurdistanê hemû hêz û saziyên dewletê, yên faşîst û noker bikin hedef.