Zerdeştî yê ku PDK’ê ew binçav kiriye di greva birçîbûnê de ye

Çalakvan Takûr Şerdeştî yê ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve li Dihokê hatî binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Li gorî nûçeya RojNews’ê çalakvan Kazim Şukrî (Takûr Zerdeştî) ku di 6’ê Kanûnê de li Dihokê ji aliyê hêzên asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hatibû binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Kurê Kazim Şukrî, Yaşar Kazim têkildarî rewşa bavê xwe wiha got; "Ji bo dîtina bavê min, em çûn girtîgehê, lê ti agahiyên eşkere ji bo me negotin. Rê nedan em bibînin. Em niha nizanin li ku derê tê girtin."

Yaşar herî dawî got; "Tişta me bihîstiye, bavê min li Asayîşa Giştî ya Duhokê hatiye girtin. Her wiha ji roja ku ji aliyê asayîşê ve hatiye desteserkirin ve, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Bêguman rewşa tenduristiya wî ne baş e."