Zendûra ya kelehwar

Welê li wan hatiye ku nikarin gavekê jî biavêjin. Her ku xwe dilivînin û hewl didin gavekê biavêjin dikevin xefikê. Li wî cihê bilind, li nava wê tarîtiyê, Zendûra bûye mîna dojehê li hêzên dagirker.

Girê Zendûra ku li herêma Metînayê ye, yan jî bi navekî din li herêma Berwarî Bala ye, nêzî 2000 metreyî bilind e. Bakurê Kurdistanê li bakur, herêma Heftanînê li rojava, xeta Amediyê û Qadîşê heya Garê li başûr û Zapa Dîrokî jî li rojhilatê wê ye. Ev herêm bi zozanên xwe yên bedew tê naskirin. Li vê herêmê şênî bi taybetî mehê Biharê zoomên koçberiyê vedidin û bi berhemdariya xakê debara xwe dikin. Ev herêm bi salên dirêj ji aliyê gerîla ve tê parastin. Êdî welê lê hatiye ku li her derê tunelên şer hatiye amadekirin. Gerîla ji bo parastina vê herêmê kedeke mezin her roj raber kiriye.

Tunelên şer bêguman bi hêsanî nehatine çêkirin. Her roj bi kedek mezin, gav bi gav gerîla bi derfetên herî kêm ew zinarên hişk ên Zendûrayê qul dikin û pêda diçin. Weke civakek ji moriyan her roj di nava kar da ne. Lê êdî Zendûra bûye keleheke ku di nav xwe de gerîla diparêze.

Di 23'ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker li vê herêmê dest bi êrişeke ji bo dagirkeriyê kir. Ev êriş 5 roj e didome. Li aliyekî din gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê rabûn. Di şeva despêkê de gelek balafirên şer xeta girên Zendûra, Derarê û Koordînê bombebaran kirin. Nîvê şevê jî bi helîkopteran hewl dan leşkerên xwe deynin ser lutkeya van giran. Lê gerîla bi bersivên xwe ev hewldanên wan têk bir. Dewleta Tirk kir nekir nekarî leşkeran daxîne. Ji ber wê tenê yek rê hebû li pêşiya wan, ew jî ew e ku leşkerên xwe li herêmên nêzî sînorên xwe daxîne. Piştî ku leşker daxist gav bi gav xwestin pêş de biçin. Lê vê carê jî ketin dehfikên sabotajê ku gav bi gav li pêşiya dagirkeran hatine danîn. Her ku hewl didan gavê biavêjin, diketin xefikên gerîla. Di wê bilindahiyê de, di wê tarîtiyê de, Zendûra bû dojehek ku di wan de diteqe. Li vir çi piskolojî, çi xwestek, çi şerkerî di wan de nema. Ziravê wan ê tenik her ku diçû diqetiya.

Vê carê artêşa dagirker dîsa pişta xwe bi balafirên xwe germ kir û êrîş bir ser çeperên gerîla. Bi seatan vê êrişê dewam kir lê dîsa bê encam. Ev zêdetirî 5 rojin dewleta dagirker ku hêvî nedikir bikeve rewşeke bi vî awayî çi gavek pêş de neçû. Ne tenê gav pêş de ne çû, tiliya yek gerîla jî xwîn nebû. Gerîla ne tenê bi çalakiyên sabotajê dagirker pêşwazî kir, bi taktîkên sekvaniyê, xweberdana nava dijmin, serdeçûyîn û xefikan şer kir. Gerîla ku di rêbaza şer a serdemê de serwer bûye nîşanî dagirkeran da ka şerê li Kurdistanê êdî wê çawa bibe. Bi tîmên pispor ku li bejahiya herêma şer belav bûne, yek bi yek dagirker tên hedefkirin. Gelek dagirker jî ji ber tirsa xwe revîn û li wir winda bûn. Mîna pezên bê şivan her yek bi derekê ve çû. Li cihekî dehfik diteqe. Li cihekî sekvan di nîşana xwe de wan dikin hedef. Li cihekî bi şev xwe berdidin nava dijmin. Ji ber van û zêdetir, gelek leşker istîfa kirin û di kêliyên şer de guh nedan fermandarên xwe.

Eger mirov li encama van 5 rojan binêrê, tê dîtin ku dewleta Tirk xwedî artêşeke lewaz û jihevketî ye. Artêşeke bêgeneralên ezmanî ew wêrekî di xwe de nabîne were qada şer. Ji vê yekê diyar dibe ku sekeratên dawî di qirika dewleta Tirk de tê kişandin. Sedema vê yekê jî gerîla ye. Bêguman berxwedana gelê Kurdistanê bi giştî sedemên sereke di vê yekê de ne. Lê gerîla hêviyên dawî ji bo ku ev dewleta xwe li ser lingan bigre şikand, têk bir, bi erdê re kir yek. Berxwedana li girê Zendûra û hemû herêmên ku di nav berxwedanê de ne di pêngavên şoreşgerî de waneyeke dîrokî û derbeke tund li bin çenga dewleta Tirk xist. Dewleta Tirk niha gêj bûye. Em bişopînin ka wê çawa bikeve.