Zelal Cîger: Divê her roj bibe Newroz

Siyasetmedara ji Bakurê Sûriyeyê Zelal Cîger diyar kir ku li Efrînê şerê gel ê şoreşgerî yê demdirêj diqewime û got, divê Newroz li her derê bi ruhê berxwedana serdemê were pîrozkirin.

Dagirkeriya Erdoğan û çeteyên wî ev 60 roj in bê navber êrîşî Efrînê dike û ji bo gelê herêmê wê erdnîgariyê terk bike, her cure hovîtiyê dide meşandin. Di van rojên ku li her derê Newroz bi rihê berxwedaniya Efrînê tê pêşwazî kirin hemû çav li ser Efrînê ne. Siyasetmedar Zelal Cîger bal kişand ser berxwedaniya li Efrînê û diyar kir ku gelê Kurd bi xetên zêrîn li wê erdnîgariyê dîrokê dinivîsine û bal kişand ser vî tiştî ku Newroz ji bo gelê Kurd nayê wateya cejnê yan jî sersala Kurdan, tê wateya berxwedaniyê. Cîger wiha got; “Gelê Kurd ji ber di hêla nasname, hebûn, çanda xwe de ji milê dagirkeran ve tê xwestin bê tunekirin, Newrozê ne wekî şahî, wekî roja berxwedanê, roja têkoşînê qebûl dike. Gelê Kurd bi Newrozê dibêjin ku em ê li ser piya bin ku bikaribin jiyaneke azad û demokrat ava bikin. Felsefeya Rêber APO hişmendiyeke wisa da gelê Kurd ku heger tu xwedî li xwe dernekevî tu nikarî hebûna xwe jî bidî diyarkirin.”

NEWROZ ÎRO NE ŞAHÎ YE, SERHILDAN E

Cîger anî ser ziman ku pêwîst e her roj bibe Newroz, her roj bibe berxwedanî. Cîger got ku; “Newroz îro ne şahî ye. Kengê ji bo me dibe şahî? Dema ku me welatê xwe ji dagirkeran rizgar kir, çanda xwe, hebûna xwe, mafê xwe bi dest xist em ê bikin şahî. Gelê me hemû pêwîst e wê rojê li qadan be, Newroza xwe bi hişmendiyeke mezin pêşwazî bike. Cihê ku tenê 2 Kurd jî lê dijî dikare derkeve û mûmekê jî dikare pêbixe û bibêje ez Newroza xwe pîroz dikim. Her însanê me divê hemû rojên xwe bike Newroz. Li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê pêwîst e ev gel bibêje êdî bes e. Bes e ji qirkirinê re, ji tunekirinê re, ji talanê re, ji wêrankirinê re êdî bes e. Û divê li gora wê jiyanekê bide avakirin. Ew roj divê tenê ji Newrozê re nehêle. Hefteya Qehremantiyê heya 28’ê Adarê li pêşiya me ye.”

Cîger bilêv kir ku gelê Kurd wekî di dîrokê de li hemberî Dêhaqê zalim ji bo hebûna xwe li ber xwe daye û îro jî bi rihê berxwedaniyê Newrozê pêşwazî dike. Cîger bal kişand ser ku tu demê gelê Kurd li hemberî zordariyê serê xwe netewandiyê, her dem serbilind jiyaye û koletî qebûl nekiriye û got; “Gelê Kurd bi vê serbilindiyê da nîşan ku ji ti kesî re nabe kole. Îro jî dema em dibêjin rihê berxwedaniya Efrînê em dîroka xwe vê rastiyê derdixin pêş. Bi rihê berxwedaniya Efrînê ya gelê Kurd serkeftinê mîsoger bike. Gelê Kurd her dem li hemberî dijminê xwe sekiniye, serî hildaye. Ev peyam her tim daye dijminan; heger ji min re jiyaneke azad û rihet nebe, ez ê jî nehêlim tu dagirkeriya xwe li ser vê axê bijî. Tişta ku ji vê Newrozê ji gelê me, ji her kesî tê xwestin ev e ku li ser hebûn, çand, ziman, qehreman, şehîdên xwe, felsefeya Rêber APO xwedî derbikevin. Ev tişt ew ê azadî, serkeftinê bi xwe re bîne.”

ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ YÊ DEMDIRÊJ DIQEWIME

Siyasetmedar Zelal Cîger êrîşên li ser Efrînê jî nirxand û got li herêmê berxwedaniya şerê gel yê demdirêj diqewime. Cîger wiha got; “Berxwedaniya ku li Efrînê tê meşandin, bi gotinek, hevokekî ez dikarim tenê bibêjim ku ev şerê gel ê şoreşgerî yê demdirêj e. Dema em şerê gel yê demdirêj îfade dikin di dîrokê de şerekî ne ya rojekî, du rojan e. Tiştekî wisa ye ku bi salên dirêj bi deh salan, bîst salan didome. Ew gel bi şerê gelê şoreşgerî yê demdirêj li ber xwe dide û têkoşîna xwe, berxwedaniya xwe devam dike heya digihêje azadiya xwe.” Cîger bal kişand ku bedelê azadiyê jî giran e û wiha berdewam kir; “Şervanên li Efrînê dixebitin, rûxmê ewqas şehadet çêbûn. Berxwedaniya Avesta Xabûr, Barîn Kobanî, Îlam, Polat li holê ye. Hevalê Îlam çi dibêje; ‘Ez ji bo bikarim dayîka xwe biparêzim, vê çalakiya fedaî dikim.’ Hevala Avesta dibêje; ji bo dijmin axa me dagir neke ez vê çalakiyê dikim. Hevalê Îlam deqîqeya diçe çalakiyê, di cîhazê de bi hevalên xwe re diaxive, xatir dixwaze. Dibêje ez dixwazim rengê berxwedaniya rast nîşanî vî dijminî bidim. Ev gelekî girîng in. Dijminê ku cenazeyê Barîn digire û pê dilîze jixwe binkeftina wî ye. “Cîger anî ser ziman ku erdnîgariya Efrînê ewqas jî ne fireh e, mirov dikare di hundirê 2 saetan de tevahî gundan û bajar bigere, lê belê dewleta Tirk ev 2 meh in nekariye bigire. Cîger wiha got; “Heya niha jî tevahî gundên Efrînê negirtine. Efrîn neketiye destê wan. Taktîkek hat kirin, xwepaşdekişandin çêbû. Ji bo  tarzê gerîla baştir bê bikaranîn pêwîstî bi vî tiştî hate dîtin. Ev nayê wê wateyê ku dewleta Tirkiyeyê bi ser ketiye.”

LI EFRÎNÊ RIHÊ APOGERIYÊ HEYE

Siyasetmedar Zelal Cîger bal kişand ser sekna gelê Efrînê û got di Efrînê de rihekî Apogerî heye û wiha dom kir; “Di nav wî gelî de em bi xwe jî mane. Me rastiya gel ji nêz şopand. Gelekî wisa ye ku aşitîxwaz, alîgirê wekheviyê, demokrasiyê ye. Gelekî ku bi fikrê Rêber APO hatiye çêkirin. Ji bo wê jî ew gel dema li ser wê êrîş çêbû, bi rastî jî bi hemû hêza xwe berxwedanî da meşandin.” Cîger anî ser ziman ku sekna gelên herêmê ku bi biryardariyeke mezin, li hemberî artêşa NATO ya duyemîn li ber xwe dide û got; “Niha di mejiyê gelek însanan de ev tişt derbas dibe, ji ber ku di daxuyaniyên rêveberiya xweser ya herêma Efrînê jî çêbû û hate gotin ku ji bo li ser gel qetlîam çênebe, gel ji bajêr hatiye derxistin. Gelek kes vê rastiyê jî, erdnîgariya wê herêmê jî nizane, nas nake. Herêma ku gelê Efrînê lê dijî li milê çiyayê Lîlon e.” Cîger bal kişand ser ku di navbera Şehpa û Efrînê jî herî zêde 2 saet mesafe heye û wiha got; “Herêmên dîtir ku niha gelê me tê de, wekî Şehba heye. Şehba jî cihekî girêdayî Efrînê ye. Navbera gundê Şehba û gundê çiyayê Lîlonê ku Efrînê ve girêdayî ye kîlometreyek, an ji du kîlometre mesafe heye. Miletê Efrînê ji Efrînê derket, axa xwe berda, êdî têkoşîn nade meşandin, tiştekî wiha nîne.”

Cîger anî ser ziman ku YPG jî diyar kiriye ku ji bo ku sîvîl, civak neyên kuştin û bikaribin rihet li hemberî dagirkeriyê şer bikin ev gav hatiye avêtin û bal kişand ser sekna dayîkan û got; “Heya niha me dayikên Vîetnamê, Kubayê, nizanim ku dera Rûsyayê mînak dida. Niha dayîka Efrînê bûye mînak. Dayîka me ya ku li ser cenazeyê keç û lawê xwe tilîliyan dide û dibêje ku kêfxweş e ku zarokekî xwe di şer de şehîd daye. Dayîkên Efrînê her roj cenazeyên xwe jî radike, her roj jî têkoşîneke bêhempa dide. Ji bo vê jî berxwedaniya Efrînê nesekiniye. Dayîk vê dibêjin; keça min, kurê min îro li ser axa min têkoşîna azadiyê û berxwedaniyê dike û şehîd dikeve. Ez wî zarokê xwe bernadim, ez naçim cihekî din.”

HÊZÊN DAGIRKER TU CARAN BI SER NAKEVIN

Siyasetmedar Zelal Cîger anî ser ziman ku dewletên dagirker, hêzên çete ti caran bi ser nakeve, ji ber ku şerekî neheq dide meşandin. Cîger wiha got; “Ji bo wê jî şerê dewleta Tirk îro li ser Efrînê dide meşandin şerekî neheqiyê ye. Hêzên dewletî yên ku destek didin dagirkeriya dewleta Tirk li aliyekî, em ji bîr nekin ku hemû gelên welatên cûr be cûr cihê xwe digirin û bi dil û mejiyê xwe bi me re ne. Ji ber ku gelên cîhanê di Kobanê de çirûska azadiyê dîtin. Li Efrînê rengê berxwedaniya gel ji nêzîk de nas kirin. Ji bo wê yêkê jî gelê cîhanê tevahî bi me re ye.”

Cîger wiha got; “Bila kes nefikire me gel ji Efrînê derxist, yê şikênandin bi xwe re bîne. Na ti caran gelê me naşikê. Em bi hişmendiya Rêber Apo mezin bûne. Em dizanin em ê çawa têkoşîna xwe ji bo azadiyê bidin û xwe azad bikin.”