Zekî Şengalî û Cangoriyên meha Cotmehê li Elmanyayê hatin bîranîn

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî û Cangoriyên meha Cotmehê li bajarên Celle û Lehrte yên Elmanyayê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê ya li Celleyê ji aliyê YJK-Hannover û Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî ve hate organîzekirin.

Civîn li Mala Êzidiyan pêk hat û zêdeyî 500 Kurdistanî tevlî bûn.

Li ser navê KOMAW'ê û malbata Mam Zekî Şengalî hevjîna wî Gulê Ozden axivî. Ozden işaret bi êrîşên çavtirsandinê yên dewleta Tirk kir û got, azadî bi xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyan dibe.

Di civînê de li ser jiyan û têkoşîna cangoriyan sînevîzyonek hate nîşandan û dûre siyasetmedara Kurd Leyla Bîrlîk axivî. Bîrlîk jî destnîşan kir ku bi mezinkirina rêxistinê tecrîdkirina Ocalan dikare bê bidawîkirin.

Hevseroka NAV YEK ê Çîçek Yildiz, Saziya Enternationalîst û gelek nûnerên din li civînê axivîn.

Li gel xwendina helbestên li ser Mam Zekî Şengalî, dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Civîn bi belavkirina şîraniyê qediya.

LEHRTE

Civîna bîranînê ya li bajarê Lehrte jî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Gulan Gulo ve hate organîzekirin.

Berdevka Meclîsê Cemîle Alp piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û got, "Xwedîderketina li cangoriyan bi avakirina neteweya demokratîk li ser hîmê azadiya jinê û bi azadkirina Rêber Abdullah Ocalan dibe. Lewma ji her demê bêhtir rêxistinbûn şert e."

Di civînê de nûnerên geleks aziyan axivîn û cangoriyên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.

Civîna bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê qediya.