Zarokên Bradostê guh nedan bomberdûmanê û cejna xwe pîroz kirin

Zarokên li zomên Bradostê, tevî bomberdûmana artêşa Tirk jî cejna xwe pîroz kirin û bi vî rengî bersiveke mezin dan dagirkeran.

Zarokên gundên hatine dagirkirin, li gel êrîşên dagirkerên Tirk jî cejna xwe pîroz kirin.

Artêşa Tirk a dagirker di dema Cejna Qurbanê de jî Başûrê Kurdistanê bi taybetî herêma Bradostê bombe kir. Bi bomberdûmana bi balafirên şer hewl dan ku cejnê li welatiyên li herêma Bradostê biherimînin. Lê belê zarokên li zomên Bradostê guh nedan vê hovîtiyê û cejna xwe pîroz kirin.

Gelê Bradostê ji berê ve li dijî zor û zehmetiyan li ber xwe didin û li hemberî komkujiyan weke gelekî bi rûmet timî li ser piyan maye. Zarokên vî gelî jî heman ruhî mezin dibin.