Zarokê 5 salî û dayika wî dibin xirbeyan de hate derxistin

Di xebatên lêgerin û rizgarkirinê ya erdheja Xarpêtê de zarokekî 5 salî û dayika wî dibin xirbeyan de hatin rizgarkirin.

Li Taxa Mûstafa Paşa ya Xarpêtê xebatên lêgerin û rizgarkirinê didomin; xebatên lêgerinê Alî Yilmaz yê 70’î salî ku kurê wî, bûka wî, du neviyên wî ku yek 2 salî û yek jî 8 salî û kurê xwesûyê wî dibin xirbeyan de bû şopand.

Di saetên êvarê de Îtfaiyeya Enqereyê û cendirme bi qasî 6 metreyan daketin jêr û 5 metreyan jî meşiyan û zarokê 5 salî û diya wî ya di bin kavilên avahiyê de mabûn derxistin.