Zarokê li pey xeyalên xwe

Lêgerîn û hevaltîya wî watedar be jî Rêber Apo di van temenên biçûk de jî zarokekî bi tenê ye. Heke mirov karibe debar bike, ev tenêtî wê ber bi bilindibûna hest û ruh bibe.

Wê êdî ne zehmet be ku mirov fêm bike bê çima vê pergala li dijî civak û mirovayetê ye, li dijî Rêber Apo ye û çima her roj wî di şertên mirinê de dihêle û dixwaze wî tune bike. Dema mirov bi giştî lê binihêre, wê were dîtin ku Rêber Apo vê pergalê qebûl nake. Heke ew pergalê qebûl nake, pergal çima wî qebûl bike? Bêguman heta vê derê her tişt normal e. Rêber Apo dema çû Ewropayê pergalê dikaribû bigota, “Em te qebûl nakin” û xwe ji nav vî karî rizgar bikira. Lê wisa nekir, xwest wî bigire teslîmî Tirkiyeyê bike û di nav lînca wekî nijadperestiyê de bi hovane parçe bike. Wersîyoneke nûjen a li arenayên Romayê bi şêran didan parçekirin e. Di şexsê Rêber Apo de xwest li Tirkiyeyê vî tiştî bike. Dema ev tişt pêk nehat, tecrîd û îzalosyoneke ku tu mînaka wê tune, hate destpêkirin.

‘EZ NIKARIM WISA BIJÎM’

Bersiva pirsa çima, Rêber Apo bi xwe dide. “Navên min Abdullah. Ango evdê Xwedê. Lê min evdbûn di dilê xwe de bi cih nekir, min xwe bi xwe bawerî da xwe ku ew hêzên xwedayî çiqasî werin ser min jî ez ê mirovên azad biparêzin. Ez xurttir ava dibûm. Li hemberî hewldanên welidandina modernîteya ya ku ez tu carî ji cîddîbûna wê bawer nakim, piştî gelek kuştinan min cara sêyemîn xwe diwelidand û ev tişt cîddî digirt. Pêdiviya min bi hevaltîya kesên jiyabûn tunebû. Min hemû hevalên xwe di efsaneyan de dîtibû. Dema min didît Zeûsê komploger çi dianî serê Prometheûs û Hektor, zarokên Atînayê wekî hev in, min bêtir hevalên xwe nas dikir. Hevaltiya bi Prometheûs û Hektor gelekî bi rûmet bû. Heqkirina vî tiştî rûmet dida min.”

Rêber Apo hê zarokekî biçûk bû, hê civak û malbat baş nas nekiribû, wî fêm kiribû ku îxanet li jiyanê hatiye kirin û bi vî halî ne hêjayî jiyanê ye. Wî gotibû ‘Ez ê êdî wisa nejîm’ Ev helwest li dijî şaristaniya feodal û tarzê jiyana modernîteya kapîtalîst e. Wateya vî tiştî ev e ku ew xwe naxe nav tarzê jiyana pergalên ku qala wan tê kirin. Heke jiyana heyî, derbirîna jiyaneke îxanet lê hatibe kirin be, nexwe jiyaneke ku xera nebûye, teqez hebû. Heke ne wisa be, wê pirsa ‘Divê mirov çawa bijî’ wê neyê rojevê, ji ber ku pirseke wisa li holê tune, di wateya rastî de nakeve nav jiyaneke azad û hêjayî jiyînê. Heke hûn karibin vê pirsê ji xwe bikin, wê demê hûn bawer dikin ku jiyaneke bi mirovane pêkan e. Tarîtî li her derê zêde bûbe jî, nefreta we ya ji tarîtiyê û bêrîkirina wê ya ji ronahîyê, wekî hêviyeke dahatûyê di dilê mirov de cih digire. Li vî welatê ku bûye dergûşa mirovayetiyê lê derbarê mirovayetiyê tiştek lê nemaye, ‘bi hesteke ku mirov nikare bibêje hêvî’ gavavêtina zadiya civakî têkiliya xwe bi helwesta jiyana zarokatî ya Rêber Apo heye.

LÊGERÎNA JIYANA AZAD

Lêgerîna jiyaneke azad, lêgerîna civakeke azad e. Tunebûna civakê tunebûna jiyanê ye jî. Heke mirov wekî hebûneke biyolojik de bimîne û ji qirêjkirina atmosfer û rûyê erdê re mirov nikare bibêje jiyan, ev tişt wisa ye. Di vî warî de her pêxember gelê xwe ava dike. Rêber Apo jî ceribandinên civakî yên yekemîn di lîstikên zarokan de dike. Parastina safbûna ruhê zarokan, nefirotina ruhê xwe, îxanetnekirina xeyalên xwe yên zaroktiyê gelekî girîng e. İsrara di vî tiştî de, li dijî xetereya qirêjbûna jiyana li ser bingehê dewletê, mîsogeriya herî mezin e. Hêrsa li hemberî tarza heyî ya civakê ye. Ji ber vê jî jiyan wekî ‘kana miriyan e’. Bi vî tiştî re êdî biryara xwe daye, wê di vê çirava ava qirêj de avjeniyê neke, wê wekî van kesên di vî halî de nejî. Derbarê naveroka vê biryarê gotinên wî bi xwe hene, “Ez ê li dij bim. Ez alternatîfa wê bibînim, bi qasî ku ez bibînim ez ê bijîm. Heke ez nebînim jî wekî xwedîyê takva û zikrê, ez ê jiyaneke razber tercîh bikim a ku tu kes nikare nêzî wê bibe. Ez tevlî vê tişta şênber a qirêjî nabim.” Ferqa di navbera wî û kesên din ev e. Ji xeynî wî belkî kesên wekî wî nêz bûne jî hene. Lê wan ev hêz û taqet nedîtine ku vî tiştî di nav hest û jiyana xwe de pêk bînin.

Bêyî rêhevaltiyên mezin belkî mirov dikare dest bi meşên azadiyê bike, lê mirov nikare encamê werbigire. Heta lêgerîna dostaniya mezin tunebe, têkiliyên civakî ava nabin. Rêber Apo di zaroktî de di warê hevaltîyê de gelekî zindî ye. Bitenênehiştina hevalên xwe û îxanetnekirin ji bo wî prensîbeke pîroz a jiyanê ye. Civaka nû û jiyana civakî wê li ser vê girêdayina bêsînor ava bibe , wê azadî û wekhevî bi vî tiştî re pêk were. Hevaltiya ji îxanetê re girtî û berê wê dane azadiyê, tê wateya civakeke nû. Jiyana alternatîf li ser zemînê ‘vê civaka nû’ ava dibe. Pîrozbûna wê di vir de ye. Heke jiyan pîroz be, wekî hevaltî û dostaniyê, wekî keda şoreşger, tiştên ku dikarin rê li ber vê jiyanê vekin jî wê pîroz be. Pîrozbûn qala destnedayinê dike, di heman demê de tê wateya girêdayina heta mirinê. Ev dişibe rewşa kesên ku girêdayî dayik an jî hevjîna/ê xwe be. Çawa ku divê kes li dijî van nirxan îxanetê neke, divê îxanetê li hevalên xwe jî neke. Bitenêhiştina hevalê xwe û îxanet tê wateya ku mirov hevjîn û dayika xwe jî pêşkêş bike. Girêdayina hevaltiyê ya Rêber Apo wisa ye.

MEŞA LÊGERÎNA RASTIYÊ

Lêgerîn û hevaltîya wî watedar be jî Rêber Apo di van temenên biçûk de jî zarokekî bi tenê ye. Heke mirov karibe debar bike, ev tenêtî wê ber bi bilindibûna hest û ruh bibe. Ew dizane ku ji kesayetên pergalê ew bêruh kiriye, divê ne li benda bilindbûna ruhê wan be. Rê li ber tirs û fikaran veke jî, ew 3e meşa xwe ya lêgerînê bi tena serê xwe bidomîne. Tu rêyeke din tune. Veger nabe. Çi dibe bila bibe, wê wekî ‘zarokê ku îxanet li xeyalên xwe nekiriye’ bimîne. Wekî ku Che Gûevera dibêje, mirov bi qasî mezinbûna xeyalên xwe azad e. Di cîhana xerabî û qirêjiyan de mirov bi xeyalan dike dest pê bike. Heta sêwirandin tunebe, berhem ava nabe. Ev xeyal naşibe kesê ku birçî xwe li ser xwarinekê xeyal bike. Beriya her tiştî ne yekjimar e, qala rewşeke pirjimar dike, bi gotineke din hemû mirovayetiyê di nava xwe de dihewîne. Ji ber vê jî ew dibêje “Meşa lêgerîna rastiyê ya li ser hemû miroveyî û gerdûnê zû li ba min peyda bû. Belkî jî meyla di zaroktiyê de ev bû.” Yekjimarî biyanî kesayetiya Rêber Apo ye. Ew di tenêtiya herî giran de jî pirjimar e, her dem bi mirovayetî û gelê xwe re ye.

Meşa lêgerîna rastiyê, meşa gihişitna civak û mirovayetiya rast e. Heta ku ev rastî neyê zeftkirin, jiyana azad nayê bidestxistin. Serdema welidandina sêyemîn, serdema gihandina vê rastiyê ye. Êdî xwe gihandiye pênaseya civaka rastîn û rastiya mirovayetiyê rast hatiye zeftkirin. Serdema welidandina nû li ser vî esasî serdema çareseriyê ye. Ev çareserî ne parçebûyî û bi tenê li ser gelê Kurd e, çareseriyeke kûr û gerdûnî ye. Ev çareserî dikare hemû mirovayetiyê bi rastiya hebûna xwe bike yek û ji nû ve xwe bide avakirin. Wateya vî tiştî ev e ku jiyana azad êdî ne bi tenê tê xeyalkirin, di heman demê de ji utopyabûnê tê derxistin û derfeta maddîbûnê bi dest dixe. Wateya vî tiştî jî ev e ku têkoşînên azadiyê yên bi berdêlên giran tên qezenckirin êdî divê mirov nebe dûvika pergalê. Ji ber ku li dijî pergala serwe, pergala yekgirtî ya bindestan hatiye avakirin. Feraseta pergala şaristaniya hîyerarşîk û dewletparêz hatiye derbaskirin, feraseta civaka azad û wekhev hatiye afirandin. Veçirandina di warê fikrî de û derbasbûna wê, tê wateya qedandina ya kevn û avakirina ya nû. Ev jî têkçûna herî giran a pergala şaristaniya demokratîk e. Heke kesek xwe bigihîne wate û hesteke mezin, bi tena serê xwe be jî hatiye îspatkirin ku ew ê karibe pergalê têk bibe. Wateya dîrokî ya serdema welidandina sêyemîn jî ev e.

RABORIYA MIROVAYETIYÊ RASTTIR E

Bi gotina Rêber Apo, zanîna dîrokê ya kesên bi destpêkirina xwe nizanin, bingeha cehaletê ya ku maka hemû xerabiyan e. Bi rastiya welidandina sêyemîn re texrîbarên giran ên serweran, berevajîkirinên wan ên dîrokî hatine deşîfrekirin, vê dîroka berevajîkirî li ser vê bingehê dîsa hatiye avakirin. Serwerên ku dîrokê bi xwe didin destpêkirin û rewşa heyî wekî gotina dawîn a mirovayetiyê diyar dikin, bi hemû rûtbûna xwe derketiye holê ku derew e. Bi rastiya mirovayetiyê re, hebûna dîrokekê hatiye îspatkirin. Bi pergala civaka xwe dispêre derewan, dîrokek heye ku mirov kiriye mirov û dîsa bi vê dîrokê re têkilî hatiye danîn. Her zindî li ser koka xwe şîn dibe. Dûrketina ji vî tiştî pîçbûn e. Di dîroka pênc hezar salîya pergala şaristaniya hîyerarşîk û dewletparêz, tişta ku li ser mirovan ferz kiriye, ne dûrî vî tiştî ye. Wateya gotinên Rêber Apo yê ku dibêje “Rabirdûya mirovayetiyê rasttir e. Ez ê li hemberî wê hurmetdar bim , ez ê jiyanê li wê derê bibînim û ez ê li wir bidim sekinandin. Dahatû tê wateya xebitandina van hewldanan” jî ev e. Bîr û têgihiştina vê wateyê wê ji bo me hemûyan zayîneke nû be.

Heke îroj mirovayetiyeke cihê hebe, qala dûrketina ji vê mirovayetiyê hatibe kirin û berpirsên vê dûrketinê hatibe diyarkirin, nexwe de sûc jî rast tê pênasekirin û sûcdar xwe eşkere dike. Sûc şerê li dijî civaka komunal a li ser dayik-jinan, kontrolkirina civakê û qedndina wê ye. Bi vî tiştî re mirov ji cewhera xwe bi dûr dikeve. Teqez e ku mirovayeyiya îro ji civaka pergala dayik-jinê cihêtir e. Fikrên Rêber Apo yên ji bo vê civaka komunal zelal e, “Mirov heta ku ji holê were rakirin, wê bi rêjeyeke zêde wekî destpêkê bie. Pêvajoya avabûnê wê hemû dahatûyê diyar bike. Bi giranî şertên destpêkê çawa be, wê ev tişt wisa bidome. Heke ji mirovayetiyê cureyekî nû derkeve, ew êdî ne mirov e. Heke ji mirovên destpêkê ne cihê be, li gorî min ew mirovê prîmîtîf e. Tişta ku ji mirovayetiyê maye jî mirovê niha ye.” Derketina ji dirûvê vê mirovayetiyê pergala şaristaniya dewletperest e û serweriya wê ya li ser kolekirina jin û mêran e. Ev rastî zelal bûye, şahidên ku ev tişt deşîfre kirine, di dîrokê de cihê xwe girtine. Şahidê yekemîn û mezin Rêber Apo ye. Wî ev doz aniye ber darizandina mirovayetiyê. Şahidê duyemîn jî gelê Kurd e yê ku “şoreşa yekemîn a mirovayetiyê ya neolîtîkê ava kiriye û avadanîya wê ya civakî ya çandî hê jî li ser pêyan e.” Rêber Apo ne bi tenê li ser esasê şoreşa vejînê Kurd rakiriye pêyan, ew kirine şahidên sûcên li dijî mirovayetiyê jî.

Wê bidome.