Zarokê ku wesayîta polîsan lê qelibî jiyana xwe ji dest da
Zarokê 4 salî yê ku li Amedê wesayîta sivîl a polîsan lê qelibî û giran birîndar bibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Zarokê 4 salî yê ku li Amedê wesayîta sivîl a polîsan lê qelibî û giran birîndar bibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Wesayîta polîsan a ber bi Zanîngeha Dîcle ya navenda bajêr ve diçû li Çerxerêya Seyrantepeyê li zarokekî 4 salî qelibî. Zarokê birîndar ê rakirin servîsa lezgîn a Zanîngeha Dîcleyê tevî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Xizmên zarok ên piştî bihîstina bûyerê herikîn ber derê nexweşxaneyê.