Zarokê ku li Amedê otobûs lê qelibî jiyana xwe ji dest da

Li Amedê zarokê 8 salî yê bi navê Abdulrahman Alhaj ê ku ji Sûriyeyê ye otobusa şaredariyê lê qelibî, jiyana xwe ji dest da.

Otobusa bi plaqeya 21 AN 227 a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Bûlwara Qerecdaxê ya navçeya Rêzana Amedê li zarokê Sûriyeyî Abdulrahman Alhaj ê 8 salî ku xwest derbasî wî aliyê rê bibe qelibî. Alhaj ê di bin tekerê otobusê yê pêşiyê de ma, jiyana xwe ji dest da. Malbata zarok ku hat cihê qezayê lorand. Di navbera malbatê û polîsan de dem bi dem nîqaş derket. 

Cenazeyê Alhaj ji bo otopsiya rakirin Saziya Tiba Edlî. Hat diyarkirin ku malbata Alhaj, ji ber şer ji bajarê Helebê yê Suriyeyê koç kirine û hatine Amedê.