BI DÎMEN

Milîsên HBDH’ê li Mûglayê tersxaneya yatê dan ber agir

Milîsên Baz Azad Pîro yên HBDH’ê, ragihand ku wan li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê li Mûglayê çalakiya bersivdayînê pêk anîne û tersxaneya yatê dane ber agir.

Milîsên Baz Azad Pîro yên HBDH’ê, da xuyakirin ku wan 25’ê Îlonê saet 04.00’an li Herêma Tersxane ya Îçmelerê ya navçeya Bodrûm a Mûglayê, tersxaneya yatê dane ber agir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Di çalakiya bersivdayînê ya li dijî êrîşên dagirkerî û tecrîdê hatiye lidar xistin de, gelek yat hatin şewitandin û zerark mezin a madî pêk hat. Milîsên me yên ku çalakî lidar xistine , bi awayekî ewle vegerîn qadên xwe.”

Milîsên Baz Azad Pîro, destnîşan kirin ku sedema gurbûna faşîzmê li Tirkiyê û Kurdistanê, rasterast bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û wiha got, “Em wek milîsên HBDH’ê, her hevrêyek xwe ku ji bo azadiyê û serbixwebûnê berdêl dane û bi awayekî fedaî şer kirine û gihiştine şehadetê, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin; heta azadî bê misogerkirin û êrîşên dagirkeriyê têk diçin, wê çalakiyên me li çiya û metropolan li dijî faşîzmê berdewam bike.”