Zaroka 12 salî qetil kir, nehate girtin

Daxwaza girtina polîs Abdulah E. yê zaroka bi navê Helîn Şen a 12 Salî qetil kir, hate redkirin.

Helîs Hesret Şen a 12 salî ku di dîroka 12’ê Cotmeha 2015’an dema êrîşên qirker ên li navçeya Sûrê ya Amedê dom dikir de, xwest biçe nan bigire, di encama gulereşandina wesayîta bi tîpa Kobrayê de hatibû qetilkirin. Rûniştina 2’an a derbarê polîs Abdullah E. ku bi sûcê ‘bi texsîrî bûna sedemê mirinê’ hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Abdullah E. bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Dîmen û Deng (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû.

Li gel dayika Şen Nazmiye Şen, parêzer Rahşan Bataray, Abdullah Zeydûn, Mehmet Emîn Kakar dîsa Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî di rûniştinê de amade bûn.

Polîsê qatil bi gotina: “Dîmenên wesayîta kobra ne zêde pir baş bû. Dem bi dem kesê li pêşberî te mirov ne dizanî zaroke yan jî keseke mezin e.” xwe parast.

Dayik Nazmiye Şen diyar kir ku roja ku bûyer qewimî ti şerek pêk nehatiye, ti dengê teqîna bombeyna jî nebihîstiye û got: “Min tenê ji wesayîta zirxî dengê sê guleyan bihîst.”

Parêzer diyar kir ku raste rast Helîn Şen hatiye hedefkirin û lê dane.

Polîsê şahid Erdal K. li xwe mikur hat ku îxbara şer nehatiye kirin.

Heyeta dadgehê biryara daxwaza girtinê red kir, rûniştin taloqî 4’ê Hezîranê kir.