Zarok û ciwan ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin

2 jê zarok 5 ciwan ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Zarok û ciwanên ku hatin rizgarkirin, teslîmî malbatên wan hate kirin.

Bi operasyonên YJŞ, YBŞ, YPG û QSD’ê yên Reqayê didomin re hêsîrên di destê DAIŞ’ê de tên rizgarkirin.

Beriya niha bi çend rojan çar jin û du zarok jî hatibûn rizgarkirin. Ciwan û zarokên ku hatin rizgarkirin bi alîkariya Meclîsa Jinan a Şengalê ya TAJÊ û Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê gihiştin malbatên xwe.

‘YÊN RIZGAR KIRINE, EM BI WAN SERBILIND IN’

Endama Tevgera Jinên Êzidxanê yên Azad (TAJÊ) Neam Îlyas di dema ku hêsir gihiştin malbatên xwe û axivî. Îlyas got ku, “Em îro bextewar in. Çar keç û kurekî me ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Kesên ku zarokên me rizgar kirine, em bi wan serbilind in. YJŞ jî ji bo jinên Êzidî rizgar bike gihiştiye Reqayê. Em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin.”

‘RÛDAW DEREWAN DIKE’

Li ser navê Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê jî hate gotin ku, “Em dixwazin hemû gelê xwe yên di destê DAIŞ’ê de rizgar bikin. Em xwe ji bo vî tiştî bi rêxistin dikin.”

Di dûmahîka axaftinê de hat gotin ku, “Rûdaw nûçeyan çêdike û dibêje pêşmerge gel ji nav destê DAIŞ’ê rizgar dike. Ev derew e. Her kes dizane ku pêşmergeyan jin û zarokên me firotin DAIŞ’ê. Gelê Êzidî êdî gelekî zana ye. YPG, YPJ, QSD, YBŞ, YJŞ, HPG û YJA Starê ji bo gelê Êzidî xwe feda kir. Ev hêzên hanê gelê me rizgar dikin. Her kes dizane ku li Reqayê pêşmerge tune. YPG, YPJ, QSD û YJŞ li wê derê şer dike.”

‘EM Ê HER DEM PIŞTGIRIYA WAN BIKIN’

Li ser navê malbatên ku hatine rizgarkirin jî jinek axivî û got, “3 sal in çavê me li rê bû. Em îro gihiştin zarokên xwe. Em niha bextewar in û lê dilê me birîndar e. Ji ber ku hê di destê DAIŞ’ê de ciwanên me hene.

YPJ, YPG-QSD û YBŞ’ê hêsîr rizgar kirin. Em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin û em ê her tim piştgiriya wan bikin.”

Piştî axaftinê zarok gihiştin malbatên xwe.