Zagros: Bi ruhê Kobanê xwedî li Geverê derkevin
Hacer Zagros bal kişand ser siyaseta qirêj a AKP û Erdogan li hemberî Kurd û Kurdistanê dimeşîne û got, "Pêwîste gelê Kurd hişyar be û piştgiriya hev bike."
Hacer Zagros bal kişand ser siyaseta qirêj a AKP û Erdogan li hemberî Kurd û Kurdistanê dimeşîne û got, "Pêwîste gelê Kurd hişyar be û piştgiriya hev bike."
Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros, li ser kampanya xwedîderketina li Geverê, ji ANF'ê re axivî.
Hacer Zagros bal kişand ser siyaseta qirêj a AKP û Erdogan li hemberî Kurd û Kurdistanê dimeşîne û got, "Pêwîste gelê Kurd hişyar be û piştgiriya hev bike."
Zagros ev nirxandin kir: "Pêwîste gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî gelê me yê li Geverê, li hemberî siyaseta dewleta Tirkiyeyê, siyaseta AKP ya îmha û înkarê, li hember zihniyeta dagirkeriyê şiyar bin, da ku em nekevin bin bandora vê siyasetê. Ji bo wêrankirin û koçberkirina miletê me polîtîka tên meşandin. Îro li ser gelê me yê Geverê siyasetek pir kirêt tê meşandin. Ev herêm di têkoşîna çil salî de her tim bêteredût, bi hemû derfetên xwe ve yên madî û manewî berxwedaniyeke mezin û qehremaniyek mezin nîşan da. Efsaneyên mezin daye nivîsandin. Ji bo azadiyek bi rûmet, ji bo jiyanek bi rûmet û jiyanek wekhevî her tim têkoşiya. Bêguman îro di rewşeke encamgirtina vê tekoşînê de, li hember vê têkoşînê, zîhniyeta faşîst, zîhniyeta dagirker ji bo ku ev têkoşîn encameke serketî bi dest nexe, hemû siyasetên xwe yên qirêj dimeşîne. Ji bo ji hev belavkirina gelê me, perîşankirina miletê me, ji bo guhertina demografiyê çi ji destê wan tê didin meşandin. Bi taybetî, di meheke wek meha Remezanê ya pîroz de, divê her kes êş, zor û zehmetiyên hev parve bikin û bi hev re bibin alîkar. Jİ bo gelê me yê Geverê li cih û warên xwe venegerin, siyaseteke kirêt tê meşandin. Armanca wan ew e ku di nav avahiyên TOKÎ de gelê me bi cih bikin, bi vî awayî dixwaze ji Kurdistanê, ji axa xwe, axa berxwedanê dûr bixîne. Her wiha li hemberî vê planê kampanya hatiye destpêkirin. Girîng e malbatên me xwedî li hev derkevin. Divê her malbatek zor û zehmetiyên malbata li kêleka xwe bibîne û xwedî lê derkeve."
Zagros di dewama axaftina xwe de baş kişand ser berxwedana Kurdan ya çil salî û diyar kir, ruhê berxwedan û yekbûnê ya Kobanê îro ji bo Geverê pêwîst e. Zagros wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bêguman ev pêngav, heta niha bi şêwazek erenî tê meşandin. Em vê pir erênî dibînin. Divê gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, xwedî li cih û warên berxwedanê Gever, Nisêbîn, Sûr û hemû qadên berxwedanê derkevin."
Zagros di warê xwedîderketinê de işaret bi mînaka Kobanê kir û got, "Li hemberî koçberiyê, li hember siyaseta faşîzan, bi xwedîderketina gelan a li hev re, em dibînin bajarê Kobanê ji nû ve hatiye avakirin. Heman tişt îro ji bo Geverê tê xwestin. Pêwîste gelê me yê Geverê nekeve bin bandora vê siyasetê. Em vê baş dizanin; haya gelê me jê heye ku berdêlên azadiyê mezin in."
Hacer Zagros destnîşan kir, ku bi xerakirina xaniyan, dewleta Tirk wê ti carî nikaribe çavên gelê Kurd bitirsîne û ji gelê Geverê xwest, nekeve nava xefikan.
Zagros got, "Em ji gelê xwe yên Geverê re dibijên ku îro hûn nekevin bin bandora ti siyasetên qirêj. Berî her tiştî pêwîste hûn îro vegerin bajarên xwe, vegerên mala xwe û vegerin ser axa xwe. Jiyana li ser axa xwe rûmeta herî mezin e. Jiyana li ser axa xwe xwedîderketina li hemû şehîdan e. Ew şehîdên ku bêteredût ji bo jiyanek azad û rûmet, jiyana xwe feda kirin. Em di vê baweriyê de ne ku gelê Geverê wê di demeke herî kurt de karibe jiyana xwe ji nû ve ava bike. Wê karibe derfetek nû ji bo jiyanek azad bafirîne.
Em careke din ji miletê xwe re dibêjin ku pêwîste di vê meha pîroz de hûn xwedî li hev derkevin, êşên hev hîs bikin. Ji ber ku Kurdiyatiya herî rast ev e, welatparêziya herî rast ev e. Ji bo jiyanek azad û rûmet tenê jiyanek hevkar, jiyanek rast xwedî hevdu derbikevin. Em di vê hêviyê de ne ku miletê me li hember vê siyaseta înkar û îmhayê, li hember siyaseta koçberî û siyaseta ku Kurdan ji cihên wan belav bikin û neteweyên din bînin di warê wan de bi cih bikin, wê li ber xwe bidin û vê siyasetê pûç bikin."