Yusra Receb: Pêwîstî bi planeke stratejîk heye, ne bi çareseriyeke demkî

Wekîla Parlamenta Iraqê Yusra Receb tevdîrên hikumetê yên têkildarî vîrûsa koronayê rexne kir û  diyar kir ku welatî bêyî ku karibin pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bikin, neçar hatine hiştin ku di karantînayê de bimînin.

Wekîla Tevgera Azadî ya li Parlamenta Iraqê Yusra Receb ji televîzyona Elsumeriye re axivî û dazanîn: "Bêyî ku pêdiviyên jiyanî yên welatiyan dabîn bikin, daxwaza 'li mala xwe bimîne' ji welatiyan tê kirin. Ev nêzîkatiyeke nerewa ye. Her wiha divê hikûmeta Iraqê xwe berpirsiyar bibîne û çareseriyekê ji bo wê rewşê peyda bike. Dîsa pêwîste erkên ku li hemberî welatiyan bi şêweyekî herî baş pêk bîne."

Parlamenter Yusra Receb derbarê deynê ku hikûmetê wergirtiye destnîşan kir ku pêwîste ev deyne ji bo rewşên awarte û karên girîng be û diyar kir: "Divê ji niha ve ji bo berhemanîna navxweyî xebat bê meşandin û pişta xwe bidin berhemên navxweyî."

Receb di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çareseriya stratejîk a ji bo pirsgirêkên aborî û şewbê û wiha pê de çû: "Pirsgirêka deynê ya Iraqê heta niha bi devkî maye û eger şewba koronayê û di heman demê de pirsgirêka aboriya Iraqê jî demdirêj bidome, wê demê pêwîstiya me bi planeke stratejîk heye, ne ya çareseriyên demkî û devkî."