Yuksekdag û Demîrtaş: Em xwedîtiya berxwedana li Amedê bikin!
Demîrtaş û Yuksekdag banga xwedî lêderketina nobeta li Amedê kir.
Demîrtaş û Yuksekdag banga xwedî lêderketina nobeta li Amedê kir.
Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê ji bo piştgiriya nobeta li Amedê peyama piştgiriyê şand.
YUKSEKDAG: BERXWEDANA ME WÊ WAN TÊK BIBE’
Peyama Yuksekdag wisa ye:
“Em li hundir hûn jî li derve em ê heta dawiyê vê berxwedana rûmetê bidomînin. Yên ku êrîşî vîna siyasî ya milyonan dikin wê têk biçin. Yên ji têkoşînê narevin û nasekinin wê faşîzmê bidin sekinandin.
Nobeta berxwedanê ya li Amedê, nîşaneke nû ya serkeftina me ye. Ev banga rûmet, edalet û wijdan e.
Ez bawer dikim ku gelê me wê xwedî li îradeya xwe derkeve û li hemberî esaret û ablûqayê wê bersiveke xurt bide. Bi vê baweriyê di serî de jin ez li bang hemû gel û saziyên demokratîk dikim ku bila xwedîtiyê li nobeta wijdan û edaletê derkevin.”
DEMÎRTAŞ: WÊ FAŞÎZM BI PAŞ VE BIÇE
Peyama Demîrtaş jî wisa ye:
“Ez serkeftinê ji hevalên di nobeta wijdan û edaletê de ne, dixwazim.
Ez dixwazim bibêjim ku ev helwesta we bi wate û girîng e. Divê gelê me li her derê xwedîtiyê li vê nobetê bike. Ne bi tenê gelê Amedê, divê gelên me yên li Stenbol, Îzmîr, Antalya, Edene û Mêrsînê piştgiriya vê nobetê bike. Bi vê piştgiriya wan re wê faşîzm bi paş ve biçe.
Bi vê mebestê ez silav û hezkirinên xwe ji hemû hevalên berxwedêr ên li hundir û derve dişînim û ez dixwazim bibêjim ku ‘em ê teqez bi ser bikevin.”