YRK: Em amade ne Rojava biparêzin

Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) diyar kirin ku ew amade ne Rojavayê Kurdistanê biparêzin.

Fermandariya YRK'ê daxuyaniyeke nivîskî li dijî dagirkeriya Tirk weşand û diyar kir, ku êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê domdarkirina komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan e.

YRK’ê di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew weke YRK’ê amade ne Rojavayê Kurdistanê bi parêzin.

YRK’ê piştgiriya xwe ya ji bo hêzên QSD, YPG û YPJ’ê anî ziman.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Berxwedana bi şeref a gelên Rojava û Bakurê Rojhilatê Suriyeyê, ji bo parastina hemû gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîne. Ev şer şerê hemû Kurdan, dostên Kurd û azadîxwazane. Ji bo ku em di vê qonaxa serketinê de hemû bi hev re serbikevin, em bang li hemû jin û ciwanên Rojhilat Navîn, gelên Îranê û kesên dixwazin çek hilgirin û şer bikin dikîn, daku tevlî nava rêzên QSD, YPG û YPJ û gerîlayan bibin."