YRK'ê nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir

Fermandariya Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şehîden xwe eşkere kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya YRK'ê de wiha hate gotin:

"Gerîlayê me Simko Dalaho (Arman Ezîzî) roja 22'ê Gulana 2017'an li gel çend hevalê xwe, dema bi erka xwe radibû, li gundê Sawan ê ser bi bajarê Bane yê herêma Mukriyanê ketin kemîna pastarên Îranê. Piştî şerekî giran hevalê me Sîmko Dalaho şehîd bû. 

Her wiha li herêma Şaho gerîlayê me Baz Roj (Seyfedîn Oynas) roja 15'ê Sibata 2017'an ji ber aşûtê şehîd bû. 

Em wek Fermandariya Giştî ya YRK'ê sersaxiyê ji malbatên her du hevalên me re dixwazin. Em soza dawamkirina têkoşîna wan didin.

Nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Simko Dalaho
Nav û Paşnav: Arman Ezîzî
Cihê Bûyinê: Kirmanşan
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 01’ê Gulan 2017/Bane

Nasnav: Baz Roj
Nav û Paşnav: Seyfetîn Oynas
Cihê Bûyinê: Sêrt
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 15’ê Sibat 2017/Şaho