YRK’ê li ser êrîşa Asosê daxuyaniyek da
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrîşa balafirên şer ên li ser Asosê çêbûyî daxuyaniyek da û diyar kir tiştek bi hêzên wan nehatiye.
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrîşa balafirên şer ên li ser Asosê çêbûyî daxuyaniyek da û diyar kir tiştek bi hêzên wan nehatiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê li ser êrîşa 15’ê Cotmehê 2021’ê li Herêmên Parastina Medya û Asosê pêk hat daxuyaniyek nivîskî da.
YRK’ê ev agahî parve kir:
“Di 15’ê Cotmehê 2021’î de li qadên Herêmên Parastinê yên Medya û Asosê êrîşa hewayî çêbûn. Bi taybet li ser herêma Asosê seat 9:00 heta 10:42 gera balafirên şer û keşfê çêbûye. Di seat 10:42’an de ji aliyê balafirên şer ên dewleta dagirker, Asos hatiye bombebarankirin. Di vê êrîşê de tu wendahiyên hêzên me yên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRKê çênebûye.”