YRK: Di êrîşa hewayî ya 26’ê Îlonê de ti zirarek negihîştiye hêzên me

Fermandariya YRK’ê têkildarê êrîşa 26’ê Îlonê ya ku li ser herêma Asosê de pêkhatibû, ji raya giştî re daxuyaniyek da. YRK'ê diyar kir ku ti zerar negihîştiye hêzên wan.

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) derbarê êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a 26’ê Îlonê ya li ser herêma Asosê daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye;

"Wek tevahî raya giştî dizane êrîşên dagirkeriyê li ser Kurdistanê di mehên dawî de zêde bûne. Li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk, gerîlayên Kurdistanê li Zap, Avaşîn û Metîna berxwedaniyeke mezin raber dikin û dagirkeriya Tirkiyê bê çare û lewaz xistiye. Ji ber van bêçaretiyên ku ketiyê navê, dagirkeriya Tirkiye êrîşên xwe li ser çar parçeyên Kurdistanê dide meşandin. Li ser vî esasî hêzên me yên Rojhilatê Kurdistanê jî gelek car bi êrîşên hewayî re rû bi rû hatiye.

Di dîraka 26.9.2022 de ji saet 10:00’ê siharê heta saet 17:00’an, 2 balafirên bê mirov li ser ezmanên bejahiya herêma Asosê geriyane. Di saetên piştî nîvro de seat 15:00 heta 16:00’an bê navber balafirên Şer yên dagirkeriya dewleta Tirk herêma Asosê û bejahiya Gundê Gelale 15 caran bombardûman kiriye. Di van êrîşan de tu zirarek negihîştiye hêzên me. Encax bax, baxçe û zeviyên gelê me yê welatparêz ziyan dîtine.

Careke din di 16’ê vê mehê de gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li beramberî dagirkeriya Îranê di nava Serhildanan de ne. Rêjîma Îranê di êrîşên li ser Serhildanên gel de bi dehan kes şehîd xistine û êrîşên xwe yên li ser hêz û tevgerên Rojhilat pêk tîne. Em wek hêzên Rojhilatê Kurdistanê serhildanên gelê xwe yên Rojhilat û Îranê mafdar dibînin; êrîşên rêjîmê yên li ser sivîlan şermezar dikin. Her wiha êrîşên bi vî rengî yên kujerî yên ku hêzên ewlekariyê pêk tînin, pêwîste bizanin di berjewendiyê wan de nîne û lazime van êrîşan bidawî bikin û pêşiya mafê gelê ku demokrasiyê dixwaze vekin.

Di pêvajoyeke bi vî rengî de, êrîşên dagirkeriya Tirk û Îranê di paralelê hev de pêkhatin, ji bo gelê me fikar û gumanan dide çêkirin. Li beramberî van êrîşan raya giştî û gelê me pêwîste di ferqa pêvajoyê de bin û hişyar tevbigerin."