YRK: Dewleta Tirk herêmên Asosê yên sivîlan bombebaran kir

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşa xwe ya hemwext a hewayî ya li dijî Asosê, Rojava û Başûrê Kurdistanê de, zirarek mezin daye bax û baxçeyên gel.

YRK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di şeva 20’ê Mijdarê de dagirkeriya Tirkiyê bi balafirên şer li ser herêma Asosê êrîşeke hewayî pêk aniye.

YRK’ê got, “Di wê êrîşê de tiştek bi hêzên me nehatiye, lê bax û bexçeyên gelê me yê welatparêz zerar dîtine.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ev demeke dagirkeriya Tirkiye êrîşên xwe li ser herêma Asos û Pênciwîn zêde kirine. Bi taybet ev êrîş hemwext li gel serhildanên gelan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêk tên tê fêmkirin ku bi hemahengî li gel dagirkeriya Îranê tên pêkanîn. Herî dawî jî hate dîtin ku dagirkeriya Tirkiyê bi awayekî hemwext li gelek deverên Başûrê Kurdistanê û li ser gelê me li Rojavayê Kurdistanê êrîş pêk anî. Qaşo ev êrîşên ku pêkanîn bi hinceta tolhildana teqîna li Taksîmê ye. Le belê em û cîhan jî baş dizanin ku ev hêzên ku êrîş kirin li ser Rojava û Başürê Kurdistanê heman hêz in ku bûyera teqîna Taksîmê jî pêk anîne. Dîrok bi dehan care şahidî ji bûyerên bi vî rengî re kiriye.

GELÊ KURD XWEDÎ ÎRADEYEK BI HÊZ E Û WÊ VAN ÊRÎŞAN PÛÇ BIKE

Dagirkerî baş dizanin ku bi van senaryoyan nikarin encaman bi dest bixînin, çawa doh gelê me serî netewand û ew kiryarên qirêj bê bersiv nehiştin, îro jî xwedan heman îrade ye ku van êrîşan pûç bike.

Em yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê çawa di şerê DAÎŞ’ê de me piştevaniya gelê xwe li Rojavayê Kurdistanê kir, îro jî bi her awayî li gel gelê xwe yê berxwedêr in. Di serî de ew komkujiya bi destê dagirkeriya dewleta Tirk pêk hatiye em şermezar dikin û ji malbatên şehîdên qehreman re sersaxiyê dixwazin û ji hemû birîndaran re şîfa û silametî dixwazin.

Careke din em bangewaziyê ji gelê xwe yên li her çar parçên Kurdistanê dikin, di vê dema dîrokî de xwedî li şervan û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derkevin û li beramberî van êrîşan bêdeng nemînin.”