YRK: 4 hevalên me ji ber êrîşên rejîma Îranê şehîd bûn

Fermandariya YRK'ê diyar kir ku li Merîwan û Hewremanê 4 hevalên wan ji ber êrîşên rejîma Îranê şehîd bûne.

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 11'ê Tîrmehê ji ber îxbara nokerekî dewleta Îranê, hêzên rejîmê li gundê Dereziyanê yê Merîwanê kemîn danîne pêşiya hevalên wan û ji ber vê yekê şer derketiye. YRK'ê diyar kir, ku di vî şerî de gerîlayekî wan şehîd bûye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, 14'ê Tîrmehê li eyaleta Hewremanê li mintiqeya Çiyayê Şaho yê bajarê Paweyê, ji ber îxbarekê hêzên rejîmê bi çekên giran êrîş birine ser çeperên hêzên wan.

Fermandariyê destnîşan kir ku şerê li vê derê 6 saetan dewam kiriye û 3 hevalên wan ên heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin, şehîd bûne.

Fermandariyê da xuyakirin ku wê agahiyên berfireh ên li ser nasnameya her çar şehîdan piştre eşkere bikin.