YRA’yê armanckirina rojnamevanan a ji aliyê PDK’ê ve şermezar kir

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi daxuyaniyekê armanckirina rojnamevanan a ji aliyê PDK′ê ve şermezar kir. YRA diyar kir ku divê PDK ji xebatên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê re rêzdar be.

YRA di daxuyaniya de wiha got: “PDK′ê bi bi van kiryaran hewl dide rastiyan binixumîne û bêdeng bike. Em ji hêzên Kurdî dixwazin ku li dijî êrîşan rawestin.”

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) diyar kir ku çeteyên PDK′ê di êrîşa li ser navçeya Xanesor a Şengalê de, rojnamevan kirin armanca êrîşên xwe.

Di dewama daxuyaniya xwe de YRA wiha got: “3′ê Adarê di êrîşa çeteyên PDK′ê ya li ser herêma Xanesor a Şengalê de, nûçegihana JINHA′yê Nûjiyan Erhan, nûçegihanên Çira TV Hadî Îlyas û Îzet Îsmet hatin armanc kirin û bi giranî birîndar bûn.

Weke YRA, em vê yekê bi tundî şermezar dikin. PDK′ê bi bi van kiryaran hewl dide rastiyan binixumîne û bêdeng bike. Em ji hêzên Kurdî dixwazin ku li dijî êrîşan rawestin. Her wiha em ji PDK′ê jî dixwazin ku li hember xebatên ragihandinê ya li Başûrê Kurdistanê, rêzdar be.”

YRA, bang li rêxistin û saziyên navneteweyî kir ku rajnamevanan biparêzin, bi berpirsyariyên xwe yên zagonî û exlaqî rabin û zextê li hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikin, da li gorî rêgezên demokratîk azadiya rojnamevaniyê misoger bike.