YPS/YPS-JIN: Em ê Rêber Apo bi biryardariya şoreşgerî azad bikin

YPS/YPS-JIN’ê got: “Di sala 25’emîn a komployê de ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em bi îdîa û bi biryar in ku têkoşîneke bêhempa ya şoreşgerî bimeşînin.”

Koordînasyona Giştî ya YPS/YPS-JIN’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî kirin, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “24 sal li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hat kirin, derbas bûn. Li dijî komploya navneteweyî di serî de Rêber Apo, me weke gel û tevger di van 24 salan de berxwedanên bê hempa yên ku di dîrokê de mîna wê nehatiye dîtin, raber kirin. Ji Halît Oral heta Viyan Soran û herî dawî Veysî Taş û Mehmet Akaran ku bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dora Rêber Apo ji agir xelek ava kirin, em hemû şehîdên komploya 15’ê Sibatê bi rêzdarî û minetdariyek mezin bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:

“Ji demê Îskenderê mezin ve, hêzên emperyalîst ên rojavayî, li dijî civak û erdnîgariya Rojhilata Navîn bê navber êrîşan dike. Civak û erdnîgariya Rojhilata Navîn her tim ji bo van hêzên emperyalîst ên rojavayî, wisan hatiye dîtin ku bê desteserkirin. Seferên bi xaçperestan ên em dizanin jî, bi vê armancê hatiye kirin.”

‘TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELÊN ME, WÊ ME RIZGAR BIKE’

Weke têkoşîna azadiyê ya gel û Kurdistanê, di vê pêvajoya dîrokî û krîtîk a em derbas dibin de, ji her demê zêdetir divê em bi ruhê têkoşîna şoreşger a welatparêz li ser xeta Rêber Apo bibin yek. Rêbaza yekane ya ku me bibe serkeftinê û gelê Kurd ê mazlûm ji vê sefaletê rizgar bike, divê em girîngiya têkoşîna şoreşger a welatparêz a hevpar a gelên me bizanin. Li ser esasê vê bawerî û têgihiştinê di sala 25’emîn a komploya navneteweyî 15’ê Sibatê de, em ê weke gel û tevger komployê bi temamî pûç bikin û em di vê bawerî û biryardariyê de ne ku em têkoşînek a şoreşgerî ya mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.

Em êşa kûr a ku di sala 25’emîn a komploya navneteweyî 15’ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê qewimî parve dikin, sersaxî ji Rêber Apo û gelê xwe re dixwazin.”