YPS: Li Kerboranê 2 çeteyên qesrê hatin kuştin

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê ragihand, li navçeya Kerboran a Mêrdînê li dijî wesayîteke polîsan a li dewriyê digeriya çalakiyek hatiye lidarxistin.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da zanîn, roja 15'ê Sibatê, endamên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) li taxa Tepebaşi ya navenda Kerboranê, danê êvarê saet di 20:30 de li dijî wesayîteke polîsan a li dewriyê digeriya, çalakiyeke sabotajê pêk anîn.

'2 ÇETEYÊN QESRÊ HATIN KUŞTIN'

Di daxuyaniya YPS'ê da hat gotin, "Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, 2 çeteyên qesrê hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. Piştî çalakiya yekîneya me, çeteyan zext li gel kirine û gef xwarine."