YPS JIN li Amedê çalakî kir

Tîma Bersivdanê ya YPS JIN a Şehîd Botan Farqîn li Amedê rê birî.

Di daxuyaniya Tîma Bersivdanê ya Şehîd Botan Farqîn a YPS JIN de hate gotin, "18'ê Mijdarê saet di 23:30'î de li pêşiya rêya balafirgehê ya li navenda Amedê rê hate birîn. Piştre komeke me ya din jî kemîn danî pêşiya dijmin. Dijmin nekarî bê cihê bûyerê û ji nava alayê gule li tîma me ya bersivdanê reşand. Tîma me ya bersivdanê jî bersiv da dijmin û ji bo demeke kurt şer qewimî. Piştî vî şerî tîma me ya bersivdanê li qada xwe ya ewle vegeriya."