YPS’ê makîneya kar a qeyûm da ber agir

Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Yildiz Hekarî ên YPS’ê ragihand, li navçeya Farqînê ya Amedê makîneya kar ya şaredariya qeyûm dane ber agir.

Bi daxuyaniyeke nivîskî gotin, “Tîma me ya Tolhildanê ya Şehîd Yildiz Hekarî 15’ê Mijdarê di saet 22:30’an de li navçeya Farqînê ya Amedê, makîneya kar a şaredariya qeyûmê dan ber agir.”

Di dewama daxuyaniyê de gotin: “Hikûmeta Tirkiyeyê her sazî û kesên ku ne alîgirê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye, li ser wan polîtîkayên qedexekirina mafên bingehin û dûrxistina ji civakê dimeşîne. Bi afirandina seneryoyên curbecur û avêtina qeyûman vîna gel desteser dike. Cihên ku bi navê qeyûmê hatine desteserkirin, cihê gendeliya hikûmetê û çavkaniya dahata diziyên wê ye.

Erdogan bi rêxistina çeteyan ku bi xwe damezrandiye, ji bo afirandina civakeke ji demokrasiyê dûr ku tê de şîdet, mirin û dizî hene û exlaq tune ye polîtîkayên xwe didomîne. Kesên ku bi qeyûmê tayînkirine çeteyên wan bi xwe ne û ji bo ku civakê ji ziman, çand û cewherê wê qut bikin hatine erkdarkirin. Serkirdeyê çeteyan Erdogan ne tenê ji bo şaredariyan, li ser her kesên li Tirkiyeyê dijîn, bi taybetî ji bo gelê Kurd fealiyetên tayînkirina qeyûman dimeşîne. Gelê me divê li hemberî hikûmeta ku wan tune dihesibîne serî hilde. Eger ev rejîma faşîst di nav civakê de bi afirandina aloziyan û bikaranîna darê zorê hebûna xwe bidomîne, divê em jî darê zorê bersivê bidin. Em tîma tolhildanê ya YPS-YPS JIN, Erdogan û rêxistina wî ya çete di hedefa me de ne û li hemberî  polîtîkayên rejîma faşîst çalakiyên me bidomin.”