YPS'ê li Dersimê sê xefikên kamera îmha kir

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Veroz Mûnzûr a YPS'ê ragihand ku li navçeya Xozadê ya Dersimê 3 xefikên kamera îmha kirine ku li dijî gerîla dihatin bikaranîn.

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Veroz Mûnzûr a YPS'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku beriya îmhakirina xefikên kamera wan dîmenê nokerekî, 2 kontra û sê çawişên pispor tespît kirine ku di dema danîna xefika kamera de hatibû kişandin.

Hate ragihandin ku xefikên kamera di 10'ê Tîrmehê de li navçeya Xozadê ya Dersimê ji aliyê endamên Tîma Bersivdanê ya YPS'ê ve hatin îmhakirin ku xefik li dijî gerîla hatibû danîn.

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Delîla Botan a YPS JIN jî bi daxuyaniyekê got, "Li navçeya Baglarê ya Amedê ji bo bîranîna Şehîdên 14'ê Tîrmehê bi dirûşma 'Her der Zap e, her der berxwedan e' bi fîşekên hewayî çalakiya bîranînê hatiye kirin."