YPS'ê li Amedê li wesayitên zirxî xist

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Botan Amed a YPS'ê ragihand ku li navçeya Rezanê ya Amedê bi bombeyan li dijî wesayitên zirxî çalakî kirine.

Di daxuyaniya Tîma Bersivdanê ya YPS'ê de hate gotin, "Êvara 26'ê Hezîranê li navçeya Rezanê ya Amedê, Tîma Bersivdanê ya Şehîd Botan Amed li kolanekê rê girt û demekê kolan di kontrola xwe de hişt. Polîsan bi wesayitên zirxî xwestin dest li qadê werdin. Hêzên me bi bombeyên bi xwe çêkirî, li polîsan dan. Endamên me yên ku çalakî kirin, bi rengekî serketî li qada xwe vegeriyan."

Di heman daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Tîma Bersivdanê ya Şehîd Botan Amed, em ê bi çalakiyên xwe bersivê bidin êrişên topyekûn ên dijminê faşîst. Bersiva herî rast a li dijî dewleta Tirk a faşîst ku ji bilî tunekirin û înkarê mafekî ji gelê Kurd re nas nake, xurtkirina rêxistiniya xweparastinê ye. Em mezinkirina xweparastinê ji bo xwe weke wezîfeya herî girîng dibînin û soz didin ku di her kêliyê de li her cihî em ê vê yekê pêk bînin."